AZADÎ AMED
BERLÎN

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi banga KCDK-E’yê, çalakiyeke rûniştinê bi dor hat destpêkirin. Çalakî wê her pênc rojan carekê dora xwe biguhere. Çalakger destekê didin greva birçîbûnê ya li 120 hepsên dewleta Tirk ên ku bi çalakiya xwe dixwazin sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê, zilma di hepsan û siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk bi dawî bibe. 

Di Koma yekem a çalakiyê de ev kes hene: Nûnerê ATÎK´ê Mehmet Ali Yilmaz parlamenterê berê yê ji YNK´ê yê li parlamena Iraqê Muhsîn Osman, Hevseroka Aveg-Konî,nûnera MARDEF´ê Hassa Bingoltekin Kiliç, Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç, Hevserokê KON-MED´ê Tahir Koçer, ji Koordînasyona Êzîdyan Carcur Cemîl, parlamentera berê ya HDP´ê Sîbel Yigitalp, şaredarê berê yê Wêranşarê Emrulah Cîn, nûnerê PYD´ê Bavê Hakî, KCDK-E Komîsyona Başûr Hoşiyar Salih, parlamenterê eyaleta Berlînê Hakan Taş, nûnerê KNK´ê Mecîd Heso, alîgirê serokê CÎK´ê Davut Ovseme, nûnera TJK-E´yê Nujiyan Gunay, nûnerê Yekîtiya Suryaniyan a Ewrûpayê (ESU) Gunay Aziz Gergin, şaredarê berê yê Agiriyê Huseyin Yilmaz, hevserokê FED-KURD´ê Menderes Canbek. 

Çalakgerên li zindanan silav kirin

Di çalakiyê de hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç daxuyaniyek da û got, “Dewleta Tirk her hewl dide Kurdan tine bike û dagirkeriya xwe jî dewam dike. Em hemû pê dizanin ku bi berxwedanê em dikarin vê pûç bikin. Em çalakgerên li zindanan silav dikin.”
Ji Koordînasyona Ezîdî, Carcur Cemîl jî got “Li Rojhilata Navîn faşîzmeke mezin heye û Erdogan pêşengiya vê dike. Heger em li dijî vê faşîzmê neyên cem hev, ew ê li dinyayê belav bibe. Yên di zindanan de ji bo vê di greva birçîbûnê de ne. Em jî ji bo destekê bidin wan li vir in. Ew bi israr in Abdullah Ocalan tecrîd bikin, em li dijî vê divê hestiyar bin.”

Ocalan têkoşîn anî vê astê

Endamê KNK´ê Mecîd Heso jî got, “Têkoşîna Kurdan bi PKK´ê û Rêber Abdullah Ocalan gihişt asta xwe ya îro. Em bang li Erdogan dikin, tevgera Kurd bi girtin, zordestî û êşkenceyê hal nabe. Ev mesele bi hepskirina parlamenteran, dagirkirina şaredariyan bi qeyûman hal nabe. Tenê heger hûn îradeya Kurdan qebûl bikin çareser dibe. Em bang li hêzên navneteweyî jî dikin, xwedî li pîvanên xwe derkevin. Em Kurd ji çareseriyeke siyasî re amade ne.” 

16´ê Çile wê koma duyem çalakiya rûniştinê dewr bigire.