Li paytexta Elmanyayê Berlînê, ji ber gefên hikûmeta Bexdayê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê, çalakiyeke protestoyî li ber avahiya serafetxaneya Iraqê hat lidarxistin. Slogana çalakiyê "Şengal ne tenê ye! Em Şengala bê Şengalî red dikin" bû.
Nav-Yekê û Meclîsa Jinana Êzîdiyan a Berlînî bi hev re bang kir da ku xelk beşdarî çalakiyê bibe. Meclîsa Jinan a Dest-Dan û Nav-Berlînê jî destek da çalakiyê. Di daxuyaniya çalakgeran a li ber sefaretxaneya Iraqê de hat gotin, "Em Êzîdiyên li Ewrûpayê dixwazin xweseriya Şengalê bê qebûlkirin. Em dixwazin gefxwarinên li şengalê bi dawî bibin. Asayîşa Êzîdxanê, hêza rewa a parastina Êzîdiyan e."
Çalakgeran got, nayê qebûlkirin ku piştî fermana 2014´an niha jî hikûmeta PDK´ê, dewleta Tirk û hikûmeta Bexdayê bi hev re qirkirineke din bikin.
BERLÎN