Li Berlînê çalakiyên ‘Hunera Berwxedanê’

Nûçeyên Çand/Huner

În 1 Adar 2024 - 00:05

  • Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî di navbera 2-8'ê Adarê de Hefteya Çandê ya Jinên Kurd lidar dixe. Jin bi dirûşma “Hunera Berxwedanê” dê çalakiyên cur bi cur ên hunerî lidar bixin.

HAKAN TURKMEN / ANF / BERLÎN

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî li ser çand, huner, nasname, îdeolojî û karakterê berxwedanê yê jinên Kurd hefteyeke çalakiyê lidar dixe. Hefteya Çandê ya Jinên Kurd wê di navbera 2-8'ê Adarê de pêk were. Tevî Hevîn Tekîn, Leyla Ekîncî, Havîn Al-Sîndy, Berîvan Çiya, Cemîle Dînçer, Nergîz Dilo, Meral Şîmşek, Leyla Toprak û Asli Fîlîz, gelek rêxistinên jinên Kurd jî wê tevlî bibin.

Ji Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî Solîn Bêrîvan li ser Hefteya Çandê ya Jinên Kurd agahî da ku wê bi dirûşma 'Hunera Berxwedanê' bê lidarxistin.

Solîn Bêrîvan bal kişand ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û got, "Ji bo afirandina vî ruhê berxwedanê, pîrozkirin û bi watekirinê pêwîstî bi gelek fedakariyan hebû. 8'ê Adarê roja bilindkirina berxwedana jinê ya li dijî mejiyê baviksalar e. Li gorî me têkoşîna jinê bi yekîtî, rêxistiniyê dibe. Konfederalîzma Jinê ya Cîhanê di vê mijarê de modeleke baş e, di heman demê de ji bo paşeroja 8'ê Adarê jî girîng e."

Berxwedan û huner çawa digihîjin hev

Solîn Bêrîvan anî ziman ku parçeyekî girîng ê jinên Kurd çand û huner e û got, "Em karin kêfxweşî, êş, têkoşîn û ya herî girîng jî berxwedana xwe belav bikin. Ji ber vê yekê weke Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî em bi Hefteya Çandê ya Jinên Kurd li bersiva pirsa 'berxwedan û huner çawa digihêjin hev' digerin. Di pêvajoya amadekariya ji bo 8'ê Adarê de, tevlîbûna li hefteya 8'ê Adarê wê asta motîvasyon û ferasetê nîşan bide. Jinên Kurd hem li nava civaka Kurd hem jî jê wêdetir di asta hunerê de bi roleke girîng radibin. Gelek jinên Kurd armancên hunerî, civakî û siyasî danîne ber xwe, hunera xwe weke amûra îfadekirina xwe ji bo teşwîqkirina guherîna civakî û wekheviyê bi kar tînin. Li hin herêmên cuda yên cîhanê tevî zor, zehmetî û astengiyan jî jinên Kurd tevkariyeke girîng li hunerê dikin, dengê xwe bilind dikin. Ji ber vê yekê jî di navbera 2-8'ê Adara 2024'an de em li Berlînê Hefteya Çandê ya Jinên Kurd lidar dixin."

Bernameya Hefteya Çandê ya Jinên Kurd wiha ye;

Pêşangeha Hunerê di navbera 2-8'ê Adarê de

 (Tevahiya hefteyê her roj saet di navbera 12:00-17:00)

Bandora felsefeya Jin, Jiyan, Azadî li ser hunera jinê ya li Kurdistanê

Hunermend. Asli Fîlîz, Meral Şîmşek, Leyla Toprak, Havîn Al-Sîndy

Navnîşan: Gorki Kiosk, Dorotheenstr. 3, 10117 Berlin

2'ê Adarê, Şemî - Panel, Saet: 19:00

Jin, Jiyan, Azadî: Hunera berxwedanê û rola jinên Kurd. Jinên Kurd berxwedana xwe çawa bi rêya huner û çandê nîşan didin?

Bi moderatoriya Esra Yûla, bi beşdariya Hêvîn Tekîn (Lîstikvan), Leyla Ekîncî (Hunermend; aktîvîsta çandê, pêşkêşvan), Havîn Al-Sîndy (Hunermend).

Navnîşan: Hermanstr. 86, 12051 Berlin

3'ê Adarê, Yekşem, saet: 17:00

Xwarinên Kurd ên Kevneşop

Navnîşan: Oranienstr. 72, 10964 Berlin

4'ê Adarê, Duşem, saet: 18:00

Hunera Deqê ya kevneşop a jinên Kurd

Navnîşan: Olivaer Platz 16, 10707 Berlin

5'ê Adarê, Sêşem, saet: 19:00

Bi hunermend Bêrîvan Çiya çanda dengbêjiyê, hunera vegotina çîrokan a kevneşop a gelê Kurd.

Navnîşan: Tennur Restaurant- Reichenbergerstr. 147, 10999 Berlin

6'ê Adarê, Çarşem, saet: 18:00

Govenda Kurd û kincên gelêrî

Jinên Koma Faraşîn û Koma Delîl Çiyager

Navnîşan: Urbanstr. 21, 10961 Berlin

7'ê Adarê, Pêncşem, saet: 18:00

Jineolojî- jin û perwerdeya zanista jiyanê

Komîteya Jineolojiyê û JXK Berlin

Navnîşan: Franz-Mehring-Platz 1, 10243 Berlin

8'ê Adar, În, saet: 19:00

Konsera Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê

Hunermend Cemîle Dînçer û Nergez Dilo

Navnîşan: Jockel Biergarten, Ratiborstr. 14C, 10999

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.