Li Berlînê arê Newrozê: Ji Ocalan re azadî

Şemî 16 Adar 2024 - 00:42

  • Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED) yê Almanyayê Kerem Gok anî ziman  pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bi kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan hatiye destpêkirin û got: Parastina Ocalan tê wateya parastina nirxên xwe û rabûna li ber bêrûmetiyê ye. Divê em li ber xwe bidin. Divê em Ocalan di bin tecrîdê de nehêlin.

Di pîrozbahiyên Newrozê de ku wê li welatên Ewropa, Qanada û Awûstralyayê bê lidarxistin, wê bi milyonan kes ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya Kurd biherikin qadan. 

Amadekariyên Newroza ku her sal ji aliyê bi milyonan Kurdistaniyên li çar aliyê cîhanê ve tê pîrozkirin, bi dawî bûn. Newroza îsal wê bi taybetî li Ewropa, Qanada û Awûstralyayê li 43 navendan bê pîrozkirin û wê di van pîrozbahiyan de doza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê kirin. Newroz wê wekî qonaxa duyem a kampanayaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de bi beşdariya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E), Saziyên Kurd ên Demokratîk ên Ewropayê dest pê kiribû, bê pîrozkirin. 

Starta pîrozbahî û resepsiyona 17'ê Adarê roja Duşemê saet di 12:00 de li bajarê Berlînê yê Almanyayê li Oranienplatz Berlînê dest pê dike. Pîrozbahiya navendî ya Newrozê wê di 23'yê Adarê saet di 11:00'an de li bajarê Frankfûrtê li Rebstockparkê bê lidarxistin. Di bernameya Newrozê ya ku wê li 43 cihên wekî Fransa, Swîsre, Îngilîstan, Belçîka û Îtalyayê bê pîrozkirin de, ji bilî azadiya fizîkî ya Ocalan, wê peyamên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd, misogerkirina yekitiya neteweyî ya Kurd û esasgirtina vîna gelê Kurd a di hilbijartinên 31'ê Adarê de bên dayîn. 

Newroza bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî’

Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED) yê Almanyayê Kerem Gok anî ziman  pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bi kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan hatiye destpêkirin  û wiha dewam kir: “Tecrîda li ser Ocalan hem di aliyê civakî hem jî di aliyê ferdî de li ser me didome. Pirsa Kurd û azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê bi hev ve girêdayî bê dîtin. Di çarçoveya kampanyayê de ku me di 10’ê Cotmehê de dabû destpêkirin çalakiyên me yên girseyî gihaştin 100 hezar kesî. Di pîrozbahiya Newroza îsal de pêwîst e em tevlîbûna girseyî deh qatan zêde bikin."

Paşerojeke bêyî Ocalan nabe 

Gok anî ziman ku Kurd di vê sedsalê de pêşerojeke bê Ocalan û bê statu qebûl nakin û destnîşan kir ku Kurd înkarkirina hebûna xwe û koletiya xwe qebûl nakin. Gok bi bîr xist ku ji bo Newrozê ji  Mazlum Dogan heya Zekiye Alkan berdêlên giran hatine dayîn û wiha got: "Li gorî vî ruhî Newroz di 17'ê Adarê de li Berlînê dest pê dike. Ciwan wê di 20'ê Adarê de bi meşaleyan bimeşin. Di 21'ê Adarê de li hemû eyaletên Almanyayê wê resepsiyonên dîplomatîk bên kirin. Çawa destpêkê wê li Geverê û fînal jî li Amedê be, li Ewropayê jî em ê li Berlînê dest pê bikin û li Frankfurtê bi dawî bikin. 

Em li Rêbertî xwedî derkevin

Gok anî ziman ku ji bo li seranserê Ewropayê gel dakevin qadan xebatên xwe didomînin û got ku ew jî wekî hemû gelan xwedî maf in û hemû Kurdên ku dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî bijîn û pêşeroja xwe bi dest bixin divê dakevin qadan. Gok bi bîr xist ku gelê Kurd ji bo van daxwazan berdêlên giran dane û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîst e her kes van nirxan biparêze. Mîmarê van nirxan Rêber Ocalan e. Parastina Ocalan tê wateya parastina nirxên xwe û rabûna li ber bêrûmetiyê ye. Divê em li ber xwe bidin. Divê em Ocalan di bin tecrîdê de nehêlin. Ev erkeke exlaqî ye. Di vê çarçoveyê de ez bang li hemû gelê Kurd dikim ku bi ruhê neteweyî herin qadên Newrozê û xwedî li Rêbertiya me û rûmeta me derkevin."

MA/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.