Li ber zilma Erdogan rabin
Çarşem 11 Cotmeh 2023 - 16:10
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bang li her kesî kir da ku durûtiya desthilatdariya Tirk a bi serkêşiya Erdogan bibînin yê ku ji bo Filistînê banga 'xwînsariyê' kiribû. KCK'ê ji her kesî xwest ku li ber zilma li ser Kurdan rabin.
KCK'ê bal bire ser bombekirina mizgefta li wargeha penaberan a Mexmûrê û got, "Dewleta Tirk di 7'ê Cotmehê de êriş bire ser mizgefta kampa penaberan a li Mexmûrê, em vê yekê şermezar dikin. Gelê Mexmûrê ji salên 1990'î û vir ve li dijî faşîzma dewleta Tirk û êrişên talanker û dagirker ên hêzên mîna PDK'ê yên tifaqê pê re dikin, têdikoşe. Em vê têkoşînê û helwêsta berxwedêr a gelê Mexmûrê silav dikin. Bila gelê me yê li Mexmûrê zanibe; ji ber ku nêta wan baş e, karê wan pak e; îbadet û wecîbeyên wan di kîjan şert û mercî de bê kirin jî wê bê qebûlkirin. Di têkoşîna maf, edalet û rabûna li ber neheqiyê de her der cihê îbadetê ye. Têkoşîna li dijî zalim û munafiqan, îbadeta herî mezin e.”
Êriş ji bo qirkirinê ne
KCK´ê got, dewleta Tirk ji bo ku şoka ji ber çalakiya li Enqerê ji ser xwe biavlje, êrişên qirkirinê birine ser Rojava û Şengalê û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk û şirîkên wê ku zimanê Kurdan qedexe dike, nikare xwe rêveberiya wan rabigire û bi vî rengî daxwazên herî mirovî jî bi 'terorê' pênase dike, peyvên Îslamî li ser zimanê xwe kêm nakin û Kurdan hem qetil dike hem jî înkar dike. Her wiha bêyî ku li ber xwe bikeve, têkildarî şerê li Xezeyê banga xwînsariyê dike, mîna ku qetilkirina sivîlan, qetilkirina jin û zarokan xema wan e, radibe bi ziman û rêbazeke rexneyê bilêv dike. Şertekî mirovî ye ku zimanê xwe li her warê jiyanê bi kar bîne. Siyaset û aqlê dewleta Tirk a Îslamî desthilatdar qebûl nake ku miletê Kurd bibe xwedî statu, derfetên xwe yên jiyaneke mirovî hebin, bi ziman, çanda xwe li warê xwe, xwe bi rê ve bibin. Nikare xwe lê rabigire ku hebûneke bi navê Kurdan hebe.”
Ji bo menfeetê xwe Îslamê binpê dikin
KCK´ê di dewamê de got, “Erdogan û dewleta çete bi êrîşên xwe yên tevî şirîkên xwe li ser Rojava, Mexmûr û Başûr dikin, ispat kirin ku ti nirxan nas nakin. Di oxira desthilatdariyê de hemû nirxên Îslamî û mirovî yên pîroz binpê dikin. Li Mexmûrê li dijî Kurdan, li Rojava li hemberî gelên Kurd û Ereb, li Bakur û Rojhilatê sûriyeyê jî li dijî Xiristiyan, Elewî, Êzîdî û hemû gel û baweriyên din êrişên qirkirinê dikin. Di serî de Kurd em bang li Misilmanên ji neteweyên cuda dikin da ku li hemberî vê dijminatiya li ol, mirovahî û exlaq nerazîbûna xwe bi rengekî bêhtir rêxistinbûyî û xurt nîşan bidin.
Em bang li jin û ciwanên Misilman, Elewî, Êzîdî û ji baweriyên cuda dikin da ku xurttir tevlî têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd bibin. Em bang dikin ku ji bo têkbirina komployê, avakirina jiyaneke demokratîk û azad ji bo gelên herêmê her kes berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em bang li gelên Misilman dikin da ku li hemberî van êrişên qirker ên hovane helwêstê nîşan bidin."
BEHDÎNAN