Kurd bi beşdariya komên anarşîst li Atînayê li dijî zilma rejîma Îranê li dijî jinan û kurdan meşiyan.
Kurdên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê, li gel komên anarşîst li Atînayê kom bûn û ber bi Sefaretxaneya Îranê ve meşiyan.
Li pêşiya Sefaretxaneyê wan daxuyaniyek da û qetilkirina Jîna Amînî şermezar kir. Wan her wiha piştgirî da serhildana gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û polîtîkaya zordar a dewleta Îranê şermezar kir.
ANF/ATÎNA