Li ber Minareya Çarling hat bibîranîn

Sêşem 29 Mijdar 2022 - 01:57

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li ber Minareya Çarling, cihê lê hat şehîdkirin, hate bibîranîn.

Serokê Baroya Amedê yê Tahîr Elçî di 28’e Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a Amedê, dema ku daxuyanî dida, hate qetilkirin. Tahîr Elçî di salvegera 7´an a qetilkirina xwe de bi merasîmekê, li cihê dewleta Tirk ew lê şehîd kir, hate bibîranîn. 

Xelk li pêşiya Edliyeya Amedê kom bû û ji wir dest bi meşê kir. Di meşê de pankarta “Em te ji bîr nakin” hatibû hilgirtin. Li ber Mînareya Çarling, hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî, Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren,  baroyên bajarên bakurê Kurdistanê, Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB) û gelek serokên baroyên bajarên Tirkiyeyê jî amade bûn. Hevseroka rêxistina Amedê  ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Atasoy, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier û gelek parêzer jî amade bûn.

Di meşê de dovîzên, “Em hemû Tahîr Elçî ne”, “Tahîr Elçî nemir e” û “Qetilkirina Tahîr Elçî dê nebe kuştina kiryarnediyar” hatin hilgirtin. 

Di bibîranînê de li axaftina Tahîr Elçî ya roja şehîdkirina wî hat guhdarî kirin. Tahîr Elçî di wê axaftina xwe de qala aştiyeke mayînde û bidawîkirina şerê li bajarên bakurê Kurdistanê dikir.

 

Dewlet kujeran diparêze

Piştre jî girseyê rêz girt. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren piştre got, dewlet hewl dide qetilkirina Elçî veşêre: “Tahîr Elçî dema ku qala bi dawîbûna şerê li kolanên bakurê Kurdistanê dikir, hat qetilkirin. 28’ê Mijdarê ji bo Tirkiyeyê destpêka pêvajoyeke tarî ye. Tevî ku 7 sal bi ser re derbas bûne jî kujerê Elçî nehatiye dîtin û cezakirin. Em baş pê dizanin ku dewlet naxwaze kujeran bibîne. Weke Baroya Amedê em jî dê ji bo darizandina kujer û berpirsyaran tişta ji destê me tê, bikin.”

Piştre jî hevjina Tahîr Elçî, Turkan Elçî helbesta ji bo Tahîr Elçî xwend.

Herî dawî jî Serokê TTB’ê Gurkan Altun got, Tahîr Elçî, qasidê aştiyê bû: “Emrê xwe di ber aştiyê de bihurand. Ew jî weke wan peykerên dîrokî her tim wê li vir be. Tahîr Elçî, dengê kesên hatine bêdengkirin bû. Di sala 2015’an de doza Serokê Eskîşehîrê hebû û min Elçî li wir nas kir. Ew jî beşdarî vê dozê bûbûn. Wê rojê parêzvanî çi ye, hempîşeyî çi ye û aştî çi ye nîşanî me hemûyan da. Em hevî dikin ku kujerên wî demildest bên dîtin û cezakirin.”

Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ber Mînareya Çarling û bibîranîn bi dawî bû. Tahîr Elçî paşê li Goristana Yenîkoyê li ser gora xwe jî hat bibîranîn. AMED

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.