Dozger xwest ku kujerên Elçî bereat bibin

Pêncşem 13 Hezîran 2024 - 00:35

Rûniştina 11’an a doza derheqê Serokê  Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku 28’ê Mijdara 2015’an li ber Mînareya Çarling şehîd bûbû li Dadgeha Cezayê Giran dest pê kir. Dozgerê Tirk xwest ku kujerên Elçî bêne bereatkirin.

Rûniştina 11’an a doza derbarê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a navçeya Sûr a Amedê hate qetilkirin li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê a 10’an dest pê kir. Hevjîna Elçî Turkan Elçî, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, gelek serokên baroyan, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan û gelek kes danişînê dişopînin.

Polîs Sînan Tabûr, Fûat Tan û Mesût Sevgî ji ber sûcê “biqisûra qestî bûye sedemê mirinê” tên darizandin. Her wiha di dosyayê de tê xwestin ku bersûcê fîrarî Ûgûr Yakişir bi îdiaya “du polîs kuştine û xerakirina yekitiya dewletê” were cezakirin.

Dozger xwest ku bersûc bêne berdan

Polîsên bersûc ku dozger di mutalaya xwe de daxwaza beraeta wan kir, bi ser SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. 

Dozgeriyê fikrê xwe yê li ser esasê careke din dubare kir. Dozger îdîa kir ku Tahîr Elçî bi fîşekeke ku nediyar e ji ku hatiye jiyana xwe ji dest da, nehatiye tespîtkirin ku bersûcan sûc kirine. Dozger bi vê hincetê xwest polîsên bersûc beraat bikin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.