Li benda bersiva ENKS’ê ne

Duşem 20 Çile 2025 - 02:50

Komîteya Amadekar a avakirina helwesta yekpare ya hêzên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya 2 partiyên din, berfirehtir bû. Komîte ji bo diyarkirina dîroka pêkanîna konferans an jî kongreyekê li benda bersiva ENKS’ê ye. Partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê, bi armanca avakirina stratejiyek neteweyî, yekîtiya Kurdan û helwesta wan a yekpar e ji Mijdara 2024`an ve di nava liv û tevgerê de ne. Komîteya ku ji bo amadekariyên vê xebatê hatiye avakirin, di nava vê demê bi partî, rêxistin û kesayetan re gelek hevdîtin pêk anîn, civîn çêkirin. Di nava derdorên ku hevdîtin bi wan re hatin çêkirin de, Partiyên girêdayî PYNK’ê (Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê) û ENKS jî hene.

Di encama hewldanan de 33 partiyên PYNK’ê û gelek derdorên din diyar kirin ku ew ê tevlî xebat û hewldanên yekîtiyê bibin. Lê ENKS’ê heta niha bersivek erênî yan jî neyînî nedaye. Komîteya Amadekar plan dikir ku di 16’ê Çileya 2025’an de kombûnekê çêbikin. Lê ji ber ku ENKS’ê bersiv neda, hat taloqkirin. Di vê navberê de komîteyê hewldanên xwe domandin û di encamê de 2 partiyên din diyar kirin ku ew ê tevlî xebatên yekîtiyê bibin.

Dibe ku nav bibe kongre

Derbarê amadekariyan û dîroka pêkanîna konferans an jî kongreê de, yek ji Berdevkên Komîteya Amadekar Ebdîlah Erebo agahî dan ANHA`yê. Ebdîlah Erebo, da zanîn ku di encama hewldanên wan ên dawî de Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî), rewşenbîr, komên ku komxebatên serbixwe yên têkildarî yekîtiyê li dar xistibûn û Tevgera Xwîbûn jî tevlî komîteya amadekar bûne. Ebdîlah Erebo anî ziman ku ew ji destpêkê ve dixwazin ENKS jî tevlî vê xebatê bibe, bi vê mebestê hevdîtin hatine kirin, lê hîn ji li benda bersiva wan e û got:“Em li hêviya bersivekê ne da ku xebatên xwe yên amadekariyê bidawî bikin.” Ebdîlah Erebo, diyar kir ku pêşniyar hene navê vê xebatê bibe kongre, lê hîn zelaliyek çênebû ye û xebatên wan berdewam dikin. 

ANHA/SÎMA BIROKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.