- Piştî ku xebatên serjimartinê li herêmên bakur û rojavayê kantona Hesekê di 24`ê Gulanê de bi dawî bûn, serjimartin li herêmên başûr û rojhilatê kantona Hesekê dewam dike.
Piştî ku xebatên serjimartinê li herêmên bakur û rojavayê kantona Hesekê di 24`ê Gulanê de bi dawî bûn, serjimartin li herêmên başûr û rojhilatê kantona Hesekê dewam dike.
Nivîsgeha Geşkirin, Plankirin û Serjimartinê ya herêma Cizîrê bi hevkariya mamosteyên Desteya Perwerdeyê û hevserokên komînan, li navçe û bajarokên herêmên başûr û rojhilatê kantona Hesekê (Hol, Erîşe, Şedadê, Ebdan, Mergede û El-Deşîşe) dest bi xebatên serjimartinê kirin.
Di 24`ê Gulanê de xebatên serjimartinê li herêmên bakur û rojavayê kantona Hesekê (Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir) bi dawî bûbûn.
Doh sibehê mamoste li her du Navendên Perwerdeyê yên navçeyên Şedadê û Holê kom bûn, ji wir li ser komînan belav bûn û wan dest bi serjimartinê kir. Tîmên xebatê ji mamoste, hevserokên komînan, çavdêrên navendên perwerdeyê li navçeyan, çavdêrên Nivîsgeha Serjimartinê ya Herêma Cizîrê, pêk tên.
Hevserokê Nivîsgeha Serjimariyê ya Herêma Cizîrê Mecîd El-Hac Elî têkildarî birêveçûna xebatên serjimariyê got, armanca serjimartinê, komkirina agahiyên têkildarî rewşa civakî, malbatî, perwerdeyî, aborî, bicihbûnê û tenduristî ye û belgekirina wan agahiyan e. Ev yek dê ji bo diyarkirina planên geşkirinê li ser asta herêmê de bibin alîkar.
ANHA/HESEKÊ