Navenda Çandê ya Med a li Swîsreyê li bajarê Baselê Şevbihêrka Dengbêjan li dar xist.
Şevbihêrka Dengbêjan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê pêk hat. Dengbêj Şemdîn, Baran Bazîd, Delîl Mamîş, Berfîn Demîr, Newroz, Hîkmet Toktaş û Ozan Perwer tevlî şevbihêrkê bûn.
Tevgera Çand û Huner diyar kir ku çalakiyên li ser çand û hunerê Kurdan wê dema bê jî dewam bikin. Di vê çarçoveyê de di 3-4'ê Kanûnê de wê Rojên Filmên Kurd ên Baselê, 13-16'ê Nîsanê Hefteya Çanda Kurd a Baselê û di nava Kanûnê de li Swîsreyê kampa Folklorê li gel konseran bêne lidarxistin.
ANF/BASEL