Li Baselê serketina namzetên Kurdistanî

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 27 Cotmeh 2020 - 22:55

  • Li Kontona Baselê ya Swîsreyê ji bo hilbijartina meclîsa 100 endamî hilbijartin hat kirin û rêveberiya kantonê ya ji 7 kesan hat diyarkirin. Di hilbijartinê de 4 namzetên Kurd jî bi ser ketin.

ALÎ OZŞERÎK
BASEL

Li Kontona Baselê ya Swîsreyê ji bo hilbijartina meclîsa 100 endamî hilbijartin hat kirin û rêveberiya kantonê ya ji 7 kesan hat diyarkirin. Di hilbijartinê de namzetên Kurd jî bi ser ketin. Kesên hilbijartî wê heta sala 2025´an li ser kar bimînin.
Di hilbijartinê de ji Partiya Sosyal Demokrat (SP) Edîbe Golgelî, Mehmet Sigirci, Mahir Kabaçi, Şemsettin Yilmaz ên Kurdistanî û Seyîd Erdogan ê Tirkiyeyî û Bulend Pekerman jî ji lîsteya Keskên Lîberal ketin meclîsê.
Beşdarbûna hilbijartinê di binê ji sedî 50ʼî re bû. Partiya Sosyal Demokrat (SP) li gorî hilbijartinên berê dengê wê kêm bûn. Keskan li Meclîsê 4 endamên xwe zêde kirin.
Namzetên di hilbijartinê de bi ser ketin gotin; “Em malavahiya her kesî dikin û em ê wan fedîkar nekin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.