- Li Kantona Baselê ya Swîsreyê 25ʼê Cotmehê hilbijartin heye. Pêvajoya dengdanê ev demeke dewam dike. Di hilbijartinê de gelek namzetên Kurdistanî û Tirkiyeyî hene.
ALÎ OZŞERÎK/BASEL
Li Kantona Baselê ya Swîsreyê 25ʼê Cotmehê hilbijartin heye. Pêvajoya dengdanê ev demeke dewam dike. Di hilbijartinê de gelek namzetên Kurdistanî û Tirkiyeyî hene.
Di hilbijartinê de wê ji bo heta 2025an 100 endamên meclisa kantonê û 7 kesên endamên rêveberiyê bêne hilbijartin. Di Partiya Sosyal Demokrat (SP), Kesk, Keskên Lîberal, Lîsteya Kominêst-PDA û partiyên BastA de gelek namzetên koçberan hene.
Namzetên Kurdistanî û Tirkiyeyî herî zêde di nava Partiya Sosyal Demokrat (SP) de cih digirin. Di nava lîsteya pêncan a SPʼê de Edibe Gölgeli, Seyit Erdoğan, Mehmet Sığırcı, Şemseddin Yılmaz, Mahir Kabakçı, Berfim Pala, Özgür Üstel, Jakob Heval Kaya, Seyran Dilekçi, Elif Güneysu û Ozan Polatlı hene.
Edibe Gölgeli ya ekonomîst e, demeke dirêj di nava SP de ji bo Kurdan û pirsgirêkên koçberan xebitiye û dibêje, kes nebêje dengê min bi kêra çi tê. Her deng girîng e.
Di nava BastAʼê de Tonja Zürcher û Martin Flückiger hene û weke dostên Kurdan têne naskirin. Di nava Keskên Lîberal de jî Bülent Pekerman heye, Kurd û Tirk destekê didinê. Di nava lîsteya kominêst-PDA de jî Seyhan Karakuyu, Mert Yıldırım, Özge Özdemir, Yaşar Doğan û Kazım Yıldırım hene.