Li Baselê çalakiyên hunerî pêk hatin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 11 Adar 2024 - 00:18

Li Dîwana Dengbêj a ku îro di 12’emîn Hefteya Çanda Kurd a li Baselê hat lidarxistin, berhem hatin pêşandan û bi beşdariya nivîskar Yaqûp Tilermenî li ser dengbêjiyê sohbet hat kirin. Performansa tîma folklorê ji alî temaşevanan ve gelek hat ecibandin.

Hefteya Çanda Kurd a ku her sal li bajarê Basel ê Swîsreyê bi awayekî daîmî tê lidarxistin, di roja 3’an de bi çalakiyan dewam kir.

Di çalakiya ku bi resepsiyona Navenda Çand û Hunerê ya Basel Medê di 7'ê Adarê de dest pê kir, şanoya "Bêlome" ku ji aliyê hunermendên girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Kurd a Swîsreyê ve hatibû amadekirin û filma ku jiyana têkoşînê ya Sakîne Cansiz vedibêje "Jiyana Min Her Şer Bû" hatin nîşandan.

Li salona konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê li ser ziman û çanda Kurdî û hunera dengbêjiyê sohbet hate kirin.

Hunermend Cewad Merwanî, Hozan Şemdîn, Şengul Aslan û Kawa Urmiyê li Dîwana Dengbêjiyê berhemên xwe pêşkêş kirin, helbestvan Dîlber Hêma jî helbest xwend. Her wiha pêşandana koma folklorê ya ku di çarçoveya Navenda Çandê ya Medê de xebatên xwe didomîne, bi balkêşî hat temaşekirin.

Di çalakiyê de bi pêşkêşkirina Nivîskar Yaqûp Tilermenî axaftinek hate kirin.

12’emîn Hefteya Çanda Kurd a Baselê dê li salona konferansê ya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Baselê dê bi konsera bi beşdariya hunermend Hîvron, Xecê û Dîlan Top bi dawî bibe. 

ANF/BASEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.