- Agirê Newrozê îro Wan, Stenbol, Êlih, Colemêrg, Dîlok, Riha, Izmîr, Edene, Silopiya, Bazîd, Xarpet, Çewlig Farqîn jî di nav de dê li 36 navendan pê ket.
Agirê Newrozê doh Wan, Stenbol, Êlih, Colemêrg, Dîlok, Riha, Izmîr, Edene, Silopiya, Bazîd, Xarpet, Çewlig Farqîn jî di nav de dê li 36 navendan pê ket. Agirê Newroza Izmîrê malbata Denîz Poyraz ku li avahiya HDP'ê ya Izmîrê hatibû kuştin, pêxist. Li bajarê Xarpêtê walîtiyê destûr neda pîrozbahiya Newrozê. Li ser vê yekê welatî li ber avahiya HDP’ê kom bûn û govend gerandin. Agirê Newroza ya Stenbolê jî ji hêla Dayikên Aştiyê ve hate vêxistin.
Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya jî daxuyaniyek belav kir. Wî Newroz li her kesî pîroz kir û bang li jin, ciwan; gelê Kurd û dostan kir ku her qadê bikin qada Newrozê.
NAVENDA NÛÇEYAN