Li Aschaffenburgê havîna Rojava hebû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 24 Tebax 2022 - 22:06

  • Di rêzeçalakiyên “Deh salan Rojava” yên li bajarê Elmanyayê Aschaffenburgê pêşangeheke wêneyan jî hat nîşandan.

Di rêzeçalakiyên “Deh salan Rojava” yên li bajarê Elmanyayê Aschaffenburgê pêşangeheke wêneyan jî hat nîşandan. Di rêze çalakiyan de film hatin nîşandan, semînereke Kerem Schamberger li ser Modela Rojava bal bire ser xwe û di festîvalên havînê yên li bajêr de pêşangehek hat nîşandan.  

Rêzeçalakiyên “Deh salan Rojava li Aschaffenburgê bi hevkariya Bündnis #riseup4rojava (Hevgirtina ji bo Rojava rabe ser xwe) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Aschaffenburgê hat organîzekirin. 

Pêşî 11´ê Tîrmehê belgefilma “The Other Side oft the River” (Aliyê din ê çemî) ya derhêner Antonia Kilian li hola sînemayê Casino Filmtheater hat nîşandan. 20´ê Tîrmehê  jî rojnamevan, aktîvîst û akamdemîsyen Kerem Schamberger semînerek bi sernavê “Der Krieg gegen Rojava (Şerê li dijî Rojava)” da.

Pêşangeha wêneyan û nivîsan a bi navê “Zehn Jahre Rojava (Deh salan Rojava)” jî ji 15´ê Tîrmehê heta niha li gelek şahî û festîvalên havînê yên Aschafenburgê hat nîşandan. Nexasim jî li Kommz Festîval, ku yek ji kevintirîn festîvalên Elmanyayê yên ne ji bo kara madî ye, ji 5 ta 7´ê Tebaxê, xelkê gelek elaqe nîşanî pêşnagehê da.

ANF/ASCHAFFENBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.