Hunermend Rewşan Çelîker li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konserekî bêhempa li dar xist. Konser bi organîzasyona Pera Group hat amadekirin. Ewyana konserê ku hezar û 500 kes lê bi cih dibin, tije bû.
Rewşan Çelîker û ekîba xwe bi performanseke bilind derketin ser dikê. Dema Çelîker derket ser dikê temaşevanan kêfxweşiya xwe nîşan dan. Çelîker konsera xwe kir du beş. Çelîker stranên ji hev xweştir gotin. Balkêş bû ku bi pirraniya stranên Çelîker stranên folklorîk bûn.
Temaşevan û guhdaran jî carinan nakaratên stranên Çelîker gotin. Çelîker di navbera stranan de hin axaftinên kurt kirin û bal bire ser girîngiya çand, ziman û wêjeya Kurdî.
MA/AMED