ˊTifaqa Gelan û Jinan a ji bo azadiyêˊ ku beşdarî hilibijartinan dibe, li Hesekê û Qamişlo yên kantona Cizîrê, kantona Minbicê, kantona Reqa û bajarê Kobanê yê kantona Firatê starta propagandaya hilbijartinê da.
REQA
Li bajarê Reqayê li yarîgeha beledî hat starta dayîn. Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya beşdarî Tifaqê bûye Xod El Îsa axivî û got:"Jin bi nasname û dengê xwe beşdar dibin. Li pêşberî van fedakariyên şehîdan em ê jineke xurt bigihînin ku civakeke demokratîk bi vîna gel ava bike." Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Kewser Doko jî li ser navê tifaqê bang li gel kir ku di 11ˊê Hezîranê de berê xwe bidin sendoqên dengdanê.
HESEKÊ
Li Hesekê starta propagandayê bi beşdariya bi sedan xelkê bajêr û bajarok li Parka Serdem hat dayîn. Endama tifaqê Perwîn Yûsif axivî û bang li gelên herêmê kir ku berê xwe bidin sendoqan da ku projeya demokratîk bi ser bikeve.
Dûre daxuyaniya tifaqê û bernameya wê ya hilbijartinê hatin xwendin. Hunermend Sîpan Xelat û helbestvan Ferhad Merdê û komên Hîlala Zêrîn û Tolhildan stranên pêşkêş kirin.
MINBIC
Bi sedan xelkê Minbic li yarîgeha beledî kom bûn û beşdarî starta ropagandaya hilbijartinê bûn. Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid El Hamid El Mihbaş axivî û got:"Pêdivî bi hewldan û kedên zêde heye ku pêşketin misoger be û mafên tevahî pêkhateyan pêk bê." Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê Ruweyda Hinêzil jî got:"Ji ber bawerî û vîna me ku civakeke demokratîk li ser bingeha îdeolojî û azadiya jina demokratîk pêk bînin me ev qonaxa ber bi azadiyê ve avêt."
QAMIŞLO
Di propagandaya hilbijartinê a Tifaqê ya li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo de xelkê ji Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer û Til Hemîsê beşdar bûn.
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah got:"Ev hilbijartin destkeftiyeke dîrokî ya gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berdewama têkoşîna dîrokî ya pêkhateyên herêmê û fedakariya bi hezaran keç û xortên wê ne." Endamê Sekreteriya Giştî ya Desteya Niştîmanî ya Erebî Hikmet Hebîb got:"Beşdariya di vê projeyê de jî erkekî niştîmanî û neteweyî ye." Her wiha, hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî Senherîb Bersûm li ser girîngiya stratejîk a vê destkeftiyê ji bo hemû pêkhateyên herêmê yên ku bi salan bindest bûn, axivî û bang li hemûyan kir ku dengê xwe bidin.
KOBANÊ
Li kantona Firatê starta propagandaya hilbijartinê li Qada Şehîd Egîd a bajêr li dar ket. Tifaqê namzetên xwe yên şaredariyên kantonê dan nasîn. Namzet Fewaz Ehmed got:"Em soz didin ku eger em bi ser ketin em ê hemû xizmet û alîkariyê pêşkêşî gelê xwe bikin. Ev roja îro ji bo me dîrokî ye. Ev roj berhema fedakariya şehîdan e." Starta hilbijartinê bi berhemên hunerî bi dawî bû.
ANHA