• Li 3 bajarên NRW´yê tenê 85 zarok diçin dersên Kurdî. Mamoste helwêsta xwe û dêûbavan rexne bike jî, dêûbav nexasim nebûna danûstandina mamoste û dêûbavan rexne dikin.

VEYSÎ IŞIK
WUPPERTAL

Li eyaleta Elmanyayê ya ku lê serjimara Kurdan herî zêde ye, yanî li NRW´yê li 3 bajaran tenê 85 xwendekar li dersên Kurdî yên li dibistanan qeydkirî ne. Gelek sedem û aliyên vê encama kêm çûna dersên Kurdî hene. Ji wan ên sereke kêm rêxistinbûna di warê perwerdeyê de ya Kurdan, helwêstên mamoste û dêûbavên zarokan in. 

Selahattin Kaymaz, li NRW‘yê li dibistanan dersên Kurdî dide. Kaymaz ev 10 sal in li Elmanyayê ye û beriya bê Elmanyayê wî muhendîsiya kompûteran û aboriyê xwendiye. Bi ya wî “di warê perwerdeya Kurdî de kêmasî heye. Lê serwextbûna li girîngiya wê seresere ye.”

Kaymaz ev 5 sal in mamostetiya Kurdî dike. Wî li bajarê Essenê dest pê kiriye û niha li Wuppertal û Remscheidê jî dersên Kurdî li dibistanan dide. Li Essen û Remsscheidê her yekê li du sinifan dersê dide û li Wuppertalê, berê li du sinifan lê niha ji ber kêmbûna elaqeyê li sinifekê dersê dide. Ew dibêje, “Bajarê herî em lê qels niha Wuppertal e”.

Ti xêr li min nabe

Kaymaz got, li gorî serjimara Kurdan a li NRW´yê elaqeya ji dersan re kêm e û wiha dewam kir: “Ji ber asîmîlasyonê, peywendiya Kurdan a bi zimanê wan re sist bûye. Pirsgirêk heye ku lê serwext bibin ku ziman ew pira di navbera rabihurî û siberojê de ye. Helwêstên teng û seresere yên weke ‘Ez fêrî Kurdî bibim jî ti xêra wê li min nabe’ hene.” 

Bîreweriya neteweyî kêm e

Selahattin Kaymaz dibêje, “Xelk esas tî û birçiyê Kurdî ye. Lê belê di meseleya serwextbûna li girîngiya wê de, helwêsta xelkê seresere ye, û bicihneanîna tişta lazim jî nîne. Helbet li vir valatiyeke sedsalî heye. Em hewl didin hêdî hêdî vê valatiyê dagirin. Bîreweriya neteweyî û hestên wan ên aîdiyetê têra xwe bi pêş neketine û di civakên wisa de di meseleya xwedîderketina li zimên de pirsgirêkên cidî hene.”

Li gorî Selahattin Kaymaz, miletên din ên li Elmanyayê bêhtir li zimanê xwe didibin xwedî: “Dêûbavên ji miletên din di meseleya şandina dersa zimanê xwe ya zarokên xwe de gelekî hestiyar in. Weke nimûne, herçî Tirk, Îtalyan û Ereb in, sinif û mamosteyên wan ji yên me bêhtir in. Dêûbav jî hema hema biqasî xwendekaran elaqedarî dersê û mamosteyan in. Mixabin herçî em Kurd in, hestiyariya me di vî warî de kêm e.”

Selahattin Kaymaz bi bîr xist ku xebatên elaqedarî zimanê dayikê yê Kurdî, bi saziyên medenî, û hewldanên ferdî dewam dikin. Ew dibêje, di warê organîze û peydakirina materyalan de rola Yekîtiya mamosteyên Kurdistanê (YMK) gelek e.

 

Kêmasî ya mamoste û malbatan bû

Li bajarê Wuppertalê hejmara sinifan ji 2’yan daxistin yekê û ji ber vê hin xwendekar jî mexdûr bûn. Yek ji van mexdûran jî Robin Yûsîv. Bavê wî, nivîskar Helîm Yûsiv, ji ber ku dersa li dibistanê hatiye betalkirin, li malê Kurdî fêrî Robîn dike: “Berê ji bo serketîbûn û bi beşdariya gelek çêkirina dersên Kurdî hewl dan hebûn. Me xwe negihand a bi dilê xwe. Berpirsiyariya hem organîzatoran û hem ya me dêûbavan di vê kêmasiyê de hebû. Kesên organîze dikin têra xwe ne jêhatî bûn. Daxwaznameyên malbatan hatin berhevkirin, lê paşê malbat nehatin agahdarkirin. Ji bo dersê zarok neçar man bi derfetên xwe heta bi 10 kîlometreyan dûrî dibistana xwe biçin dibistanên din. Malbatan jî li vir helwêsteke fedakar nîşan neda.” 

Sinifa kurê wî Robîn diçûyî destpêkê 10 kesî bûye. Paşê tenê 4 xwendekar mane. Helîm Yûsiv wiha rexneyê li xwe jî digire: “Tevî mamoste, me jî şahidî li vê rewşê kir, lê dest werneda meselê, me hewl neda vê seyra hanê biguherin. Mamosteyî jî di meseleya şopandina daxwaznameyan de, kêmasî kir. Weke ku bibêje, şagirt hebin ez ê dersê bidim, bêhtir tiştekî din ji destê min nayê. Me jî helwêsteke xurt ji bo guherandina vê nîşan neda. Taliya talî min biryar da ez zaroka bînim malê û li malê dersa Kurdî bidimê.”

Helîm Yûsiv, hêvî dike sala 2021’ê di mesele bi serxistina vê hewldana dersdayîna Kurdî li dibistanan û danûstendina bi sihet a di navbera mamoste û dêûbavan de bibe destpêkeke nû: “Komîteyeke sê-çar kesî ya jimalbatan ku pratîk xwe bide ber bar, wê derî bi derî bigerin, malbatan agahdar bikin. Wisa mumkin e ku zarok qaneh bibin biçin dersên Kurdî”

Kurdî divê bibe AG

Rêvebera Mizgefta Ehmedê Xanî li Wuppertalê, Hulya Guner jî ji beşdarên wan xebatan e ku ji bo dersdayîna Kurdî li dibistanan tên kirin. Ew rexneyan li wê yekê digire ku dersên Kurdî di dibsitana destpêkê de di nava dersên bijarte (AG) de cihê xwe nagire. Ew dibêje, “Li hin dibistanan zimanên weke Tirkî û Erebî dikevine nav AG’yan lê Kurdî naxine nav AG’yan.”

Bi ya wê Kurdî bikeve bernameyên AG’yan ên dibistanên destpêkê, hingê Kurdî wê bêhtir bê tercîhkirin. Ew bi bîr dixe ku di meseleya dersên li dibistanan de temen û nebûna sinifan jî dibin asteng û wiha dewam kir: “Ji bo vê divê derfet û îmkanên alternatîf bên çêkirin da ku bibin çareserî.”

Guner li xwe mikur hat û got, NCDK û Mizgeft jî dikarin bi rola xwe rabin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hem madî û hem teknîkî potansiyela me ya çareseriyê heye. Pêdiviya me bi plankirina vê heye. Û divê em vê bi lez bikin. Pêdiviya me bi kampanyayeykê heye ku miletê me di warê xezîneya wî ya herî bi qîmet zimanê wê de bîrewer bike.”