Li 215 gundan 2 hazar 151 cenaze hatin veşartin

Şemî 18 Adar 2023 - 01:37

  • Piştî berhevkirina agahiyên ji 378 gundan, derket holê ku li 215 gundan, piştî erdhejê 2 hezar û 151 cenaze hatine veşartin. 

OMER AKIN / ZERRÎN SARGÛT/MA / SEMSÛR

 

Ji 11 bajarên ku erdhejên Mereşê bandor li wan kir, yek jê Semsûr e. Li Semsûrê bi hezaran kesî canê xwe ji dest da. Heta niha têkildarî qurbaniyên li Semsûrê, ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn. Di rojên ewilî yên erdhejê de Semsûr bi veşartina komî ya cenazeyan ketibû rojevê û qurbanî bêhtir li Goristana Yenî û Goristana Karapinar ên li navenda bajêr hatin veşartin. 

Li Goristana Yenî bi kepçeyan li ser dirêjahiya 100 metreyî û firehiya 2 metreyan gor hatin kolan û cenaze bi komî hatin veşartin. Li gorî agahiyên ji Midûriyeta Goristanan a Semsûrê; 700 cenaze li beşa goristana malbatan, 2 hezar û 756 cenaze li beşeke din a goristanê, 692 cenaze jî li beşeke cuda ya goristanê hatine veşartin. Her wiha li Goristana Yenî di beşa gorên bêkesan de jî 65 kesên nasnameya wan nehat tesbîtkirin, hatine definkirin. Li Goristana Karapinarê jî 350 kes hatine veşartin. 

 

Gelek cenaze şandine derve 

Rayedarên Midûriyeta Goristanan a Semsûrê diyar dikin ku pir zehmet e hejmara rastî bê bidestxistin û ji ber ku cenaze zêde bûne, nikaribûne cenazeyan hemûyan tesbît bikin û gelek cenaze jî şandine derveyî bajêr. 

 

MA´yê xwe gihand 378 gundan 

Di sê rojên ewilî yên erdhejê de li navenda Semsûrê ne ekîbên AFAD’ê ne jî ekîbên Kizilayê hebûn û xelkê li gorî derfetên xwe cenaze û birîndarên xwe ji bin kavilan derxistin û cenazeyên xwe birin li gundên xwe veşartin. Hat zanîn ku li gundên ser bi navenda Semsûrê û gundên ser bi navçeyên wê Sergolan, Çelîkan, Bêsnî, Tût, Algûş, Sincik, Semsat û Kolikê bi giştî 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin.  

Ajansa Mezopotamya (MA) bi giştî li keyayên 416 gundên navend û navçeyên geriya. Lê tenê xwe dikaribû bigihanda 378 keyayên gundan. Li gorî agahiyên ji keyayên 378 gundan, ji navenda bajêr bi giştî hezar û 755 cenaze birine gundan, ji navenda 8 navçeyan jî 58 cenaze birine gundan veşartine. Li gundan jî ji ber xanî hilweşiyan 326 kesan jiyana xwe ji dest daye û li goristanên gundan hatine definkirin. Ji Osmaniyeyê 2 cenaze, ji Hatayê 4 cenaze, ji Dîlokê 6 cenaze û ji bajarên din jî 2 cenaze birine gundan û ew li gundan hatine definkirin. Li gorî agahiyên li ber dest, aqûbeta kesekî jî ne diyar e. 

 

Hezar û 148 cenaze li gundên navendê

Ji 135 gundên navenda Semsûrê keyayê 107 gundan dibêjin ji navenda bajêr hezar û 148 cenaze li gundan veşartine. Her wiha li gundên bi ser navenda Semsûrê ve jî 54 kesan canê xwe ji dest daye. Ji Osmaniyeyê 2 cenaze, ji Hatayê jî 3 kes li gundên navendê hatine veşartin. 

 

SERGOLAN:Li navçeya Sergolanê ji keyayê 30 gundan me xwe gihand keyayên 22 gundan. Li van gundan 35 kesî jiyana xwe ji dest dane, ji navenda navçeyê jî 31 cenaze, ji Dîlokê jî 6 cenaze anîne û li gundan veşartine. 

 

BÊSNÎ: Ji 67 keyayên gundên navçeya Bêsniyê 60 keyayên gundan dibêjin ji ber hilweşîna li gundan 100 kesî canê xwe ji dest daye, ji navenda Semsûrê 146 cenaze, ji navenda navçeya Bêsniyê 25 cenaze û ji bajarên cuda jî 2 cenaze li gundan hatine veşartin. Li navçeya Bêsnî hê jî kesek winda ye. 

 

ÇELÎKAN: 23 keyayên gundên bi ser Bajaroka Bûlama Çelîkanê dibêjin, 44 kes li gundan jiyana xwe ji dest dane û ji navenda Semsûrê jî 6 cenaze hatine gundan. 

 

ALGÛŞ: 41 keyayên gundên bi ser navçeya Algûşê dibêjin, li gundên bi ser navçeyê ve 4 kesan canê xwe ji dest daye û ji navenda Semsûrê jî 19 cenaze li gundan hatine veşartin. 

 

SEMSAT: Li navçeya Semsatê jî ji keyayên 16 gundan keyayên 12 gundan dibêjin, li van gundan kesî jiyana xwe ji dest nedaye û ji navenda Semsûrê 186 cenaze birine li gundan veşartine. 

 

TÛT: Ji keyayên 14 gundên bi ser navçeya Tûtê keyayên 13 gundan dibêjin, li gundên vir 25 kesan canê xwe ji dest daye û ji navenda Semsûrê jî 133 cenaze birine li gundên navçeyê veşartine. 

 

SINCIK: Li navçeya Sincikê jî ji keyayên 24 gundan keyayên 21 gundan jî dibêjin, li gundên navçeyê 48 kesan canê xwe ji dest daye. Ji navenda Semsûrê jî cenazeyê 3 gundan birine li gundan veşartine. 

 

KOLIK: Li navçeya Kolikê jî ji keyayên 102 gundan keyayên 79 gundan dibêjin, li gundên bi ser Kolikê ve 14 kesan canê xe ji dest daye û ji navenda Semsûrê 114 cenaze, ji navenda Kolikê 2 cenaze, ji Hatayê cenazeyek li gundên navçeyê hatine definkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.