Leyla Qasim hat bibîranîn

În 13 Gulan 2022 - 22:48

  •  Jina şoreşger a Kurd Leyla Qasim di salvegera 48’an a şehadeta xwe de li Kerkûkê hate bibîranîn.

 Jina şoreşger a Kurd Leyla Qasim di salvegera 48’an a şehadeta xwe de li Kerkûkê hate bibîranîn.

Jinan li pirtûkxaneya Karez ya Kerkûkê merasîma bîranînê li dar xist. Parêzer Aheng Enwer behsa jînenîgariya Leyla Qasim kir û paşê li ser jiyan û têkoşîna wê sînevîzyonek hate nîşandan.

Leyla Qasim sala 1952’yan li gundê Bamîlî yê Xaneqînê ji dayik bûbû. Ew keça bi tenê ya malê bû. Bavê Leylayê cotkarî dikir. Leyla Qasimê dibistana navîn li dibistana Wend xwend û serketî bû. Piştî dibistana seretayî wê tevî malbata xwe ji ber xizaniyê di sala 1958’an de koçî Bexdayê kir. Wê her dem parastina doz û têkoşîna gelê kurd ji bo xwe peywirek mezin didît. Wê dibistana amadeyî li Bexdayê qedand. Piştre beşa Civaknasiyê ya Zanîngehê qezenç kir. Leyla Qasim dema 20 salî bû, Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê nas kir û gotarek jê re nivîsand. Wê gotara xwe li ser dijminatiya Sedam Husên a li dijî gelê Kurd nivîsand û ji ber vê, hedef hat girtin.

Rejima Beesê ji bo çavtirsandina gelê Kurd bi taybetî jî ciwanan, tevî ku du hefte di ser girtina Leyla Qasim û hevalên wê re derbas nebûbûn jî, li dadgeheke qaşo biryara bidarvekirina Leyla Qasim û hevalê wê da. Ew sibeha 12’ê Gulana sala 1974’an saet 07:00’an hatin bidarvekirin.

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.