‘LEWerger’ palgeha xwe zeximtir dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 5 Îlon 2024 - 00:47

Kovara 4 mehane ya li ser wergera helbestê “LEWerger” bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Kovara LEWerger wekî "kovara wergera helbestê ya çarmehane" heta niha 6 hejmar derxistibû û di warê xwe de xwedî ciheke taybet e. Niha kovar bi hejmara xwe ya 7'an a mehên rezber-kewçêr-sermawez-berfanbarê li pêşberî xwendevanan e. Kovar bi vê hejmarê kete sala xwe ya sisêyan. 

Ji bo vê yekê edîtoriya kovarê dibêje, "Niha bi dilopa xwe ya 7'em ciyê xwe
li vê behrê zelaltir, qehîmtir û berbelavtir dike. Êdî palgeheke zexm a LEWê heye. Bi şeş
hejmarên ku li dû xwe hiştî, bi xwînerên dilsoz, bi keda wergêr û wergerên xurt pişta
xwe dide xwe. Ev jî kelecaneke mezin û palpişteke zexm e bo hejmarên bên/nû."

Di vê hejmarê de jî ji gelek welatên dinyayê helbest hatine wergerandin û weşandin. Ji Herman Wildenway ê norwecî heta Detlev von Liliencron ê Elmanî; ji Harry Martinson ê swêdî, heta Jacques Prêvert ê fransî; heta T.S.Eliot ê Ingilîz, Adonis ê ereb, heta Puşkîn ê Rûs, ji gelek helbestvanên dinyayê helbest hatine wergerandin û weşandin. Her wiha "Şeş Haîku" yên Jack Kerouac ji hatine wergerandin û belavkirin. 

Di vê hejmarê de bi giştî 52 helbest hatine pêşkêş kirin.

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.