Leşkerên Tirk gundekî Behdînanê dagir kir

Duşem 3 Çile 2022 - 22:18

  • Leşkerên dewleta Tirk a dagirker, dor li gundê Dayla yê ser bi Herêma Bradost girtiye û rê nadin kes ji mala xwe derkeve.

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker, dor li gundê Dayla yê ser bi Herêma Bradost girtiye û rê nadin kes ji mala xwe derkeve. Dewleta êrişkar Hiror ê devera Kanîmasî barandin. Yanî dewleta Tirk, dagirker çi dikin wê li Başûrê Kurdistanê dike.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Bêdengiya Hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê jî hîna dewam dike.

Tevî êrişan, van demên dawiyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker dikevin nava gundan û xelkê di nav mala wan de jî direvînin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, leşkerên Tirk dor li gundê Dayla yê ser bi Herêma Bradost a ser bi Hewlêrê girtiye.

Li gorî agahiyan, leşker nahêlin kes ji malên xwe derkeve, kesên derdikevin jî leşker êrişî wan dikin, yan jî gefa revandinê li wan dixwin. Leşker nahêlin kes bi hewara sewalên xwe ve jî biçin û dor bi temamî li gund girtine.

Artêşa Tirk a dagirker ji heman gundî 31’ê Kanuna 2021’ê 2 ciwan revandibûn û biribûn Tirkiyeyê. Navê her du ciwanan Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ye. Dewleta Tirk ew ciwan ji nav xaka Başûr revandin û birine Tirkiyeyê. Hîna jî aqûbeta her du ciwanan nayê zanîn.

Hiror bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Hiror ê devera Kanîmasî ya ser bi Duhokê jî barandin.

Li gorî agahiyan, êriş di şeva Yekşem diqulibî duşemê de hate kirin. Çavkaniyên deverê dibêjin, bi 18 topan êrişî gundê Hirurê hatiye kirin û xisara madî li gund bûye.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.