Leşkerên tirk ciwanek qetil kir

Sêşem 21 Mijdar 2023 - 00:12

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorên navbera bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî û Tirkiyeyê de ciwanek qetil kir, ciwanek jî birîndar kir. Navenda Belgekirina Binpêkirinan ku navenda wê li Ewrûpayê ye, ragihand ku ciwanekî ji bajaroka El Keşîşe yê rojhilatê Dêrazorê dema ku hewl dida ji herêma Serêkaniyê derbasî Tirkiyeyê bibe bi guleyên leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatiye kuştin, ciwanekî din ê pê re jî birîndar bûye.

Li gorî navendê, navê ciwanê hatî kuştin Mihemed El El Xerb El Îsa, yê birîndar jî Elî El Xelef e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.