Leşkerekî Îranê li Sine mir

Sêşem 26 Nîsan 2022 - 22:33

  • Yekşema bihurî, yanî 24´ê Nîsanê li baregeheke leşkerî ya rejîma Îranê li Sinê, leşkerekî ji Mako di nacama teqîna mayinekê de mir.

Yekşema bihurî, yanî 24´ê Nîsanê li baregeheke leşkerî ya rejîma Îranê li Sinê, leşkerekî ji Mako di nacama teqîna mayinekê de mir. Leşkerê bi navê “Adil Qurbanî” baregeha Leşkera 28 a Bejahî ya li Sinê leşkerî dikir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke agehdar, Adil Qurbanî li beşa Cehada Artêşê serbaz bûye.

Li gorî hejmarên Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, ji destpêka sala hicrî ya rojî 1391`ê heta dawiya sala 1400`î, bi giştî 402 kesên sivîl li Kurdistanê bûne qurbaniya teqîna mayîn û cebilxaneyên şer. Ji van 103 mirine û 299 birîndar bûne. Lê belê hejmarên kuştî û birîndarên leşkerî bi pirranî nayên eşkerekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.