Leşkeran bi ser malan de girt

În 29 Îlon 2023 - 00:54

Gundê Bana yê bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ye, zêdeyî 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye. Gundê ku ketin û derketina wê qedexe ye, di bin zext û gefa leşkerên Tirk de ye. Xelkê gund ê ku 15 roj in nikarin biçin nav bax û baxçeyên xwe, ji her tiştên xwe bêpar mane. Doh serê sibehê dîsa leşkeran avêt ser malan. Leşkeran di malan de bi seatan lêgerîn kirin. Gundiyên ku bi rojane bi van zextan re rû bi rû dimînin, banga hestiyariyê dikin. Gundiyan ragihand ku leşker ji gund derneketine û dorpêçkirina wan didome. Her wiha sedema serdegirtina malan nehat zanîn. 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.