Lêpirsîna serbixwe lazim e

Nûçeyên Dîaspora

În 10 Adar 2023 - 08:46

Konferansa Kurd a Navneteweyî ya 17’an doh piştî rûniştinên roja duyemîn, li Parlamena Ewrûpayê bi dawî bû. Mufetişê çekên kîmyewî Jan van Aken li konfreansê xwest ku mijara êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî di asta navneteweyî de bi rengekî serbixwe bê lêpirsîn.

Mijara êrişên kîmyewî doh, di rûniûtina duyemîn a konferansê de bi moderatoriya Sekreterê Giştî yê EUTCC û akademîsyenê Emerîkî Michael Gunter dest pê kir.

Endamê Desteya Şêwirmendiya Zanistî ya Doktoran a ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) biyolog Jan van Aken têkildarî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî axivî. Aken bi bîr xist ku ew ji bo Neteweyên Yekbûyî mufetişê çekên biyolojîk e.

Aken got, "Meha Îlonê, ji ber rêveberiya Kurd a herêmî destûr neda, me nekarî biçin. Me xwest biçin qada daristanî. Lê dîsa jî gotin 'na'. Meha Îlonê, îdîayên li ser çekên kîmyewî gelekî zêde bûn (...) Me li qeydên hevdîtinê yên ji aliyê sêyemîn nihêrîn. Dema ku min dest bi vê mîsyonê kir, ez qaneh nebûm. Lê belê dikarim bibêjim, dema li bûyerên qewimîn dinihêrim, dikarim bibêjim, hin tişt bûne cihê gumanan. Gelek pirs hene."

Aken wêneyên ji aliyên cuda ve nîşan dan û pirsî, "Gelo li devê tunelekê bi xortûmê çi karê wan heye?" Aken got, "Dibe ku êrişeke kîmyewî hebe."

Aken got, "Nabe ku madeyên bi vî rengî yên kîmyewî bêne bikaranîn. Pêwîstî bi lêpirsîneke serbixwe ya navneteweyî heye. Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û komîsyona lêpirsînê ya li Laheyê dikarin bikevin dewrê. Lê belê divê welatekî endam daxwazê bike."

Aken bi bîr xist ku Wezareta Parastinê ya Tirk li xwe mikur hat ku bombeyên çavan dişewitînin bi kar anîne û ew di şer de qedexe ne.

Êrişên bi droneyan

Êrişên dewleta Tirk ên bi droneyan jî bi sernavê "Şerê nû yê Tirkiyeyê: Drone û peyman" hatin nîqaşkirin. Di vê mijarê de jî parêzerê Belçîkî Georges Henri Beauthier got, herî kêm 15 caran ew çûye Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê: “Lê belê bi qasî serdana herêma Êzîdiyan ti serdanê bandor li me nekir. Bi roj û şev gelek êrişên bi droneyan hatin kirin. Divê ev balafirên bêmirov ên bi çek bêne şermezarkirin. Pîvanên hiqûqa navneteweyî têne binpêkirin. Ev sûcekî şer e. Ji bo mirovan tê gotin, bi droneyê hate kuştin. Bêdengiya civaka navneteweyî piştgiriyê dide bêcezahiştinê. Rewş gelekî lezgîn e.”

Beauthier ragihand ku droneyên biçek divê bikevin ber guhertinên qanûnî û li hemberî vê yekê jî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê doz bê vekirin. Beauthier qala şahidiya xwe ya li Şengalê kir û got, “Êzidiyan ti carî êrîşî Tirkiyeyê nekiriye.”

Piştre Serokê Yekîtiya Nivîskaran a Têkildarî Qirkirina li Kurdistanê, Salar Mahmûd axivî. Salar Mahmûs got, yên bûne aliyê peymana Lozanê, divê şerm bikin û destnîşan kir ku li Kurdistanê sûcên gelekî giran hatine kirin.

ANF/BRUKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.