Biryar di 26’ê Adarê de tê ragihandin

Pêncşem 20 Adar 2025 - 03:35

Ji bo darizandina sûcên şer ên dewleta Tirk li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 5-6’ê Sibata 2025’an li Brûkselê li Zanîngeha Vrîje trîbûnalek hat lidarxistin. Dadgeha Gelan a Daîmî biryara dawî ya pêvajoya darizandinê, wê di 26’ê Adarê de li Parlementoya Ewrûpayê eşkere bike. Dadgeha Gelan a Daîmî ku bi hevkariya saziyên hiqûqî yên navneteweyî pêk hat, bi piştgiriya Dadgeha Daîmî ya Gelan a li Îtalyayê hat pêkanîn. Di trîbûnala ku 2 rojan dewam kir, pisporên hiqûqî yên navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan û şahidan, êrişên dewleta Tirk ên ji sala 2018’an heta niha ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkanîne nirxandin. Bi taybetî êrişên li ser sivîlan, polîtîkayên koçberiyê yên bi darê zorê û guhertinên demografîk ên li herêmê hatin bidest girtin. Dadgeh, derbarê binpêkirinên mafên mirovan û binpêkirinên hiqûqa navneteweyî de, biryara dawî ya berpirsiyariya dewleta Tirk di 26’ê Adarê de eşkere bike. 

Danezana encamê ya dadgehê, li avahiya Parlementoya Ewrûpayê ya li Brûkselê di rûniştineke taybet a di saet 14.00’an de destpê bike, wê were ragihandin. Pîlansaziya bernameyê wiha ye:

* Axaftina destpêkê: Gîannî Tognonî (Sekreterê Giştî yê Dadgeha Gelan a Daîmî)

* Pêşkêşiya Biryarê: Frances Webber û endamên heyeta dadgehê.

* Jan Fermon û Ceren Uysal (Parêzerên dozgeriyê)

* Axaftina endamên Parlementoya Ewrûpayê û vexwendvanan.

* Nîqaş û nirxandina encamê

Berpirsiyariya navneteweyî

Biryara ku rêxistinên mafên mirovan û Dadgeha Gelan a Daîmî, wê di diyarkirina helwesta rayagiştî ya navneteweyî ya li hemberî karên dewleta Tirk a li herêmê bi bandor be. Piştî daxuyaniya li Parlementoya Ewrûpayê, tê payîn ku di çarçoveya nirxandin û pêşniyarên dadgehê de, gavên dîplomatîk û hiqûqî bên avêtin. Biryara ku dadgeh bide diyarker nebe jî, dikare li ber nîqaşa berpirsiyariyên dewleta Tirk a li hemberî hiqûqa navneteweyî de vebike û zextên dîplomatîk zêde bike. 

Kê ev dadgeh organîze kir?

Dadgeha Gelan a Daîmî di navbera 4-5’ê Sibatê ji piştgiriya Komîteya Edalet û Hiqûqû, Rêveberiya Komîteya Hiqûq û Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Navenda Lêgerîn û Lêkolînê ya Mafên Jinan, Rêxistinên mafên mirovan a li Efrînê, MAF-DAD, ELDH (Komeleya Parêzerên Ewrûpa ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê), ÎADL (Yekîtiya Parêzerên Demokrat ên Navneteweyî), KNK, Enstîtûya Kurd a Brûkselê, Zanîngeha Azad a Brûkselê û endamên Parlementoya Ewrûpayê pêk hatibû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.