• Piştî kuştina ciwanê 17 salî, protestoyan û bûyerên şidetê jî li seranserê Fransayê dewam kir

Piştî ku polês ciwanê 17 salî yê bi navê Nahel [Nael] li semta Parîsê Nanterre qetil kir, dozgerê komarê yê Nanterê doh da zanîn ku “di dema mirina Nahel ê 17 salî de, sêşema bihurî di dema kontrola rê de şert û mercên bikaranîna sîlehê hemû nebûn.” Ji ber vê jî wî da zanîn ku lêpirsînek hatiye destpêkirin li dijî polêsê ku Nahel kuştiye ji ber kuştina bi qest. 

Dozgerê komarê Pascal Prache ji ber vê yekê jî xwest polê bixin nezaretê. 

Li aliyê din piştî kuştina ciwanê 17 salî, protestoyan û bûyerên şidetê jî li seranserê Fransayê dewam kir. Tramwayek, qereqoleke polêsan û gelek dever hatin şewitandin.

Li herêma Parîsê, li Lyon, Toulouse û bakurê welêt, li banliyoyan pêr bi şev şer qewimî, bûyerên şewitandinê rû dan. Li gorî Wezareta Karên Hundir 150 kes hatin binçavkirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bang li hucreya krîzê ya wezaretê kir ku bicive. Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanîn anî ziman ku avahiyên cemaweriyê hatine şewitandin an jî êrîş li wan hatine kirin. Li Clamart a li herêma Haûts-de-Seîneyê tramvayek hate şewitandin. Li Lîle, Roûbaîx, Mons-en-Baroeûl û Valencîennesê avahiyên cemaweriyê hatin şewitandin. Tê gotin xisareke mezin heye.

Li ser vê serokkomar Emmanuel Macron bûyerên şidetê şermezar kirin û got, ew neheqî ne li dijî komarê.

NAVENDA NÛÇEYAN