Leonora Carrington û kartên tarotê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Cotmeh 2020 - 23:00

Fulgur Press wê ji kartên tarotê yên hunermenda surrealîst Leonora Carringtonê îsal biweşîne. Hunermenda femînîst sala 2011ʼê miribû. Lê wê di saxiya xwe de ji bo Major Arcana (kartên koz ji bo tarotê) xêz kiribûn,
Ev kartên hanê 6 rêzî rêzeke ji 6 kartan di nava qutiyeke akîrîlîk de bicihkirî ne. Bi giştî 22 kart in. Dîzayna wan li ser kartên 5 înç di 6 înça de hatiye xêzkirin. Di 10 kartan de wê pelên zîv û zêr jî bi kar anîne. Li ser karta Rahibê Mezin îmze heye û dema 1955ʼê. Lê em nizanin ka van kartan tesîreke çawa li hunerê wê kiriye. Axir Mijdarê bi navê The Tarot of Leonora Carrington ev kart wê bên çapkirin, tevî kitêbekê ku bersivê bide van pirsan.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.