Lehiyê zirar li 15 nehiyeyan kiriye

Yekşem 19 Kanûn 2021 - 22:39

  • Piştî nîşevê gava pêncşema bihurî qulibî înê, barana zêde û lehiyê li Hewlêrê zirareke mezin kiribûn û bûbûn sedema mirina 12 kesan.

Piştî nîşevê gava pêncşema bihurî qulibî înê, barana zêde û lehiyê li Hewlêrê zirareke mezin kiribûn û bûbûn sedema mirina 12 kesan. Piştî bi 3 rojan doh waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, da zanîn ku 12 mirov mirine, ziyana canî û madî ya lehiya Hewlêrê, ji aliyê waliyê Hewlêrê ve hate eşkerekirin. Li gorî walî, 12 kesa jiyana xwe ji dest da û ziyana madî jî 21 milyar dînar e.

Li gorî Umêd Xoşnaw, lehî li 15 nehiyeyên Hewlêrê çêbûye, di encama lehiyê de 12 kes mirine. Wî got, ji kesên jiyana xwe ji dest dane, 3 xelkê Hewlêrê ne. Ji bo yên din jî got, Kurdek Êzîdî, Tirkek, 3 welatiyên Ereb û 2 welatiyên Nepalê mirine. Walî da zanîn ku hîna cenzayên 2 welatiyan nehatine dîtin.

Parlamenteran doza civînê kir

Derbarê lehiya li Hewlêrê de, parlamenterên parlamena Herêma Kurdistanê, bang kir ku parlamen bicive. Parlamenteran xwest Wezîrê Karê Hundir, Şaredarî û Geştuguzar jî di civînê de amade bin.

Endama parlamenê Serçinar Ehmed li ser malpera xwe ya facebookê, derbarê lehiya li Hewlêrê de peyamek da. Serçinar Ehmed got, 23 parlamenteran bang kiriye civîna parlamenê bibe. Wê got, “Bi taybetî divê li ser lehiya li Hewlêrê, sedema lehiyê û ji bo ku careke din ev yek dûbare nebe, çareseriyek jê re were dîtin.” Serçinar got, 23 parlamenteran xwestiye di civînê de Wezîrê Karê Hundir, Şaredarî, Geştûguzar û Serokê Desteya Weberhênan jî amade bin.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.