Lehiyê li Kurdistanê xist
Sêşem 21 Mijdar 2023 - 00:08
Li bajarên Kurdistanê ji ber lehiyê zirareke mezin çêbû û bû sedema jiyan jidest dana xelkê. Li Amed û Êlihê ji ber bahoz û barana zêde, 2 kesan jiyana xwe jidest dan. Li bajarê Mêrdînê jî, li navçeyên Artûklû û Qoserê, jiyan tevizî. Ji ber baranê kevir û heriya li ser rê kom bû, hemû rê asê kirin. Ji ber darên ketin trafo qelibîn û tabelayên kargehan jî firiyen. Li navçeya Qoserê jî, av kete mal û kargehan û kolan bûne gola avê. Tişta balkêş ew bû, şaredariyên AKP’yî ti xebat derbarê lehiyê de nedan meşandin. Li Amedê jî gundên girêdayî navçeyên Pasûr, Hezro, Farqîn, Bismil û Licê lehî rabû û av kete xanî û govên li kêleka çeman. Li Êlihê jî li navenda bajêr, li taxên Huriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîtler, kolan û tax tije av bûn. Av kete gelek mal û kargehan û hin ajokarên wesayîtan jî di rê de ma. Herwiha av kete Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê jî.
4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Lalîhan Guner a 54 salî ku li Taxa Seyîtlar a Êlihê kete ber lehiyê wenda bû. Piştî çend saetan cenazeyê Guner hate dîtin.
Hate ragihandin ku cenazeyê Îsrafîl Guner ê 5 salî, Asenat Guner a yek salî û zarokê 9 salî ku navê wî/wê nehate zanîn jî hatiye dîtin.
Li gorî wezîrê karên hundir ê Tirk, li giştî Tirkiye û Kurdistanê, 9 kesan jiyana xwe jidest dane, 11 kes jî wenda ne.
Herwiha li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê jî lehî rabû. Li gorî agahiyan, li taxên Daretû, Hewlêra Nû, Birayetî, Hey Şirte, Teyrawa û Lane Sitî, li kolan û taxan, aveke zêde kom bûye. Li Taxa Daretû av ketiye nava malan û bazara Teyrawa jî zirareke mezin çêbûye.
NAVENDA NÛÇEYAN