Lehî radibe hikûmet dikuje
În 17 Kanûn 2021 - 22:15

- Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê doh berê sibehê ji ber baranê lehî rabû. Ji ber rabûna lehiyê 11 kesan canê xwe ji dest da, ji ber ku brûskê lêda jî kesekî canê xwe ji dest da.
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê doh berê sibehê ji ber baranê lehî rabû. Ji ber rabûna lehiyê 11 kesan canê xwe ji dest da, ji ber ku brûskê lêda jî kesekî canê xwe ji dest da.
Li nehiya Dara Tû ya Hewlêrê li 3 taxan lehî rabû. Ji ber lehiyê 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber birûskê jî kesekî canê xwe ji dest da. Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav piştrast kir ku 8 kesan canê xwe ji dest daye.
Ka sîstema cogên avê?
Herçî welatiyên mexdûr in dibêjin, ji ber ku sîstemeke cogên avê ya baş nîne, her cara baran xweş dibare, li Hewlêrê lehî radibe.
Ji bilî ziyana li canê mirovan bû, ziyaneke mezin li mal û milkên welatiyan jî bû.
Erselan Umer got, saet 02.00’ê berê sibehê dohî, gava ji xew radibe, dîtiye ku lehî rabûye. Erselan got, ew ji nişka ve bi lehiyê hesiyaye û got; “Jêr zemîna malê di bin avê de ma û av ket hundirê malê. Wesayîta min jî kete ber lehiyê. Sedema lehiyê, nebûna sîstemeke av û cogên avê ye. Li herêmê cihekî ku av biçe nîne, ji ber wê jî lehî radibe.”
Banga alîkariyê li hikûmetê
Hîwa Baram jî got, ew jî ji nişka ve bi lehiyê hesiyaye û gazinan ji binesaziya xirab dike: “Sîstemek cogên avê tineye, ji ber ku dema av zêde dibe, kom dibe û cihekî pê de biçe nîne. Min bi xwe jî wesayîta xwe girêda, yan na ew ê jî bi lehiyê re biçûya. Ziyanek mezin gihişt mala me, em bang li hikûmetê dikin da ku alîkariya me bike.”
HEWLÊR















