Lehengiya şervanan vedibêjin

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 7 Gulan 2023 - 14:56

CÛDÎ ÎBRAHÎM / ANF / KOBANÊ

Hunerê wênesaziyê ew huner e ku di çarçoveya qaîdeyên estetîk de hest, raman yan jî hesretê bi xêz û rengan nîşan dide. Ji bo ku wêne were çêkirin, divê tevger, ronahî, reng, cih û hecm hebe. Wênesazên jin ên Kantona Kobanê Rojîn Reşê Mîrvan û Nûrcan Omer Hecî têkildarî rêwîtiya xwe ya ber bi wênesaziyê ve axivîn.

Ji bo civakê xebat dikim

Wênesaz Rojîn Reşê Mîrvan anî ziman ku, ew ji zaroktiya xwe ve elqqeyeke mezin nîşanî wênesaziyê dide û got, “Gelek piçûk bûm, min wêne xêz dikirin. Wênesazî hunerekî ku mirov hestên xwe yên xemgînî yan jî kêfxweşiyê tîne ziman. Ez niha jî hewl didim ku di wêneyên xwe de çanda Kurdistanê zindî bikim û lehengiya ciwanên Kurdistanê ya li dijî çeteyên dagirker têdikoşin, xêz bikim.”

Mîrvan destnîşan kir ku, bi saya felsefe û ramanên Rêber Abdullah Ocalan jin zincîrên koletiyê yên pergala desthilatdariya mêr qetandine û got, “Jinan li her warê jiyanê îsbat kir ku ji pênûs girtinê heta rakirina çekan, serî rakir û ji bo azadiya xwe dest bi têkoşînê kir. Divê em weke wênesazan bi tablo û hêza firçeyên xwe ji bo avakirina civaka demokratîk xebatê bidin meşandin.”

Êşên civakê derdixim pêş

Wênesaz Nûrcan Omer Hecî derbarê rêwîtiya xwe ya wênesaziyê de got, “5 sal in ez li Navenda Çand û Huner a Baqî Xido bi beşa wênesaziyê re elaqedar dibim. Armanca min ew e ku, ez bibim wênesazeke bi nav û deng. Ez dixwazim çand, êş û azara civaka xwe bi rengên wê yên dîrokê derxim pêş."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.