Lêgerîna Yekîtiya Neteweyî

Sêşem 18 Adar 2025 - 03:35

Partiyên Kurd 16'ê Adarê li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom bûn û bûyerên siyasî û neteweyî, girîngiya pêkanîna konferansa Kurd li Rojava nîqaş kirin. Alîkara Hevserokên KNK’ê Hêvî Mistefa, Berdevka PYD’ê Sema Begdaş, Endamê Partiya Pêşverû ya Demokratîk Ferhad Hecî Derwêş û Sekreterê Partiya Demokrat a Sûriye-Kurdistan Ciwan Ebdilkerîm Siko li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn.

KNK’ê pêşengî kir

Hêvî Mistefa konferansa ku KNK'ê di sedsaliya Peymana Lozanê de lidar xist bi bîr xist û got:"Di asta amadekariya Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd de li Sûriyeyê rejîma Baas hilweşiya. Bi vê pêvajoyê re ji rewşenbîran heta bi partiyên siyasî û partiyên di bin sîwana PYNK'ê de ji bo avakirina yekîtiya Kurd kar hate destpêkirin. Me biryar dan ku înîsiyatîfên van hewldanan hevpar bikin. Lewma jî komîteya amadekar berfireh bû. Komîteya amadekar ji bo karibe hemû aliyan tevlî bike bi ENKS'ê re hewl da diyalogê deyne. ENKS negihîşt wê asta biryardanê ku beşdarî konferansê bibe. Ji ber vê yekê jî karên ji bo konferansê hêdî meşiyan, ji ber ku me dixwest hemû partiyên siyasî yên Kurd tevlî bibin. Me nexwest ti aliyekî Kurd li derveyî konferansê bimîne. Konferansa ku tê payin bê lidarxistin, hêviya tevlîbûna ENKS'ê zêde kiriye."

Divê bi yek fikrî biçin Şamê

Sema Begdaş jî got:"Bi van pêşketinan re rola gelê Kurd ji şoreşê û vir ve li Sûriyeyê ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Di nava vê demê de pêşengî ji projeyeke demokratîk a nenavendî re kir û karîbû bi gelên din re jiyaneke hevpar ava bike. Di vê demê de niha paşeroja gelên Sûriyeyê tê nîqaşkirin û Sûriye ji nû ve ava dibe. Di demeke bi vî rengî de gelê Kurd ê ku pêşengî ji şoreşê re kir, girînge bibe yek. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo paşeroja Sûriyeyê û garantîkirina mafên gelan yekîtiya Kurdan dîrokî ye. Gelekî girîng e ku gelê Kurd bi fikrekî hevpar biçe Şamê, mafên xwe û destketiyan biparêze û garantî bike." Sema Begdaş destnîşan kir ku ji bo yekîtiya Kurd li Rojava pêk bîne hewldanên wan wê dewam bikin.

Komîteyeke hevpar ava bû

Ferhad Hecî Derwêş jî li ser asta amadekariyên konferansê got:"Weke Partiya Demokrat a Pêşverû em ji roja destpêkê ve alîgirê konferansa diyalogê ne. Ji ber nêzîkatiya ENKS'ê me heta niha nekarî konferansa yekîtiya neteweyî pêk bînin. Armanca me ew e ku ti partiyên Kurd li derveyî konferansê nemîne, lê belê ENKS'ê heta niha biryar wernegirtiye ku tevlî konferansê bibe yan na. Em dixwazin ENKS beşdarî konferansê bibe û li pêşiya tevlîbûna wê ti astengî nîne. Em hevîdar in ku tevlî konferansê bibin. Girîng e ku gelê Kurd bibe xwedî fikrekî hevpar. Bi vî rengî bi nêrîn û biryareke hevpar em ê li Şamê hevdîtinan bikin."

Hewl didin 20’ê Adarê pêk bînin

Ciwan Ebdulkerîm Siko ragihand ku di pêkanîna yekîtiya Kurd de derengbûyîn heye û got:"Ji bo parastina destketiyên gelê Kurd divê teqez yekîtî pêk were. Ji bo yekîtiyê jî hewldan hate kirin. Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ji bo beriya Newrozê di 20'ê Adarê de pêk were em hewl didin. Bi ruhê yekîtiya Kurd em dixwazin Cejna Newrozê pêşwazî bikin. ENKS'ê dixwest yekser bi PYD'ê re civînê pêk bîne. Tiştekî asayî ye ku her partiyeke siyasî bi hev re hevdîtinê bike. Komîteya amadekar a ji nûnerên hemû partiyên siyasî yên Kurd diyar kir ku mafê hemû partiyan e ku bi hev re civînê bikin. Bi vî rengî hinceteke ENKS'ê ji holê hate rakirin."

ANF/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.