Legel Siyasmek Muyîdzade

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 21 Çile 2022 - 22:03

  • Duwa beşî giftugoy be nûsraw le naw Hesen Qazî û Muhsîn Rîzwanî be rêgay Facebook da u pêwendî nameyî legel Siyamek Mueyîdzade (Kak Sefa)

Legel Siyasmek Muyîdzade
Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(110)

Duwa beşî giftugoy be nûsraw le naw Hesen Qazî û Muhsîn Rîzwanî be rêgay Facebook da u pêwendî nameyî legel Siyamek Mueyîdzade (Kak Sefa)

Qazî: Ew meseleye ta radeyek pêy zandirawe. Emin hawrêyekim heye ke le endamanî damezrênerî Yekêtî buwe hetmen lew bareyewe hêndêk zanyarî heye û eger kesanî dî lew bareyewe şityan nûsîbê dezanê.
Rîzwanî: Amancî min le amaje bew pinktane eweye ke ew zemanî le nêwan ême û Kurdî Iraq pêwendîyekî ewto pêk hat ke wek binemaleyekî şorişgêrman lê hatbû. Ême legel ewan û ewan legel ême ewende nizîkîman hebû wek ewey yek bîn wa bû. Her çend emin Dr. Qasmilûm dîtbû û hewtûyekim legel Se'îd Şerefkendî be ser bird le meqerekeyan qet pêwendîyekî ewto saz nebû. Debê le xoman bipirsîn ke ewe çi çilonayetîyek bû ke dostayetî û hawaletîyekî ewtoy saz kird. Xoşhal debim bizanim to lew bareyewe çon bîr dekeyewe.

Qazî: Belê ewe bo minîş meseleyekî be rastî serincrrakêş e ke çone Mam Celal ew lêhatûyiyey hebuwe ke le heman katda pêwendî dostayetî legel dû layenî dujmin û yek newîst hebê, taybetmendîyek ke le hîç kam le rêberanî Kurd da nebuwe û êstaş nîye.
Rîzwanî: Û ewe çonêtîyeke ke emro ziyatir le hemû zemanêkî dîke xelkanî Rojhelatî Nawerast pêwîstiyan pêyetî. Ew çonêtî û xeslete î siyasetmedarêtî nîye belkû le cexzî hawpêwendî û hawrêyetî daye.

Qazî: Be tewawî qiseket waye. Bo wêne min bo xom herçend pêwendî dûr u dirêjm  legel Yekêtî Nîştmanî nebuwe belam carêk ke le salî 1984 le Awe Jê legel çend hawrêy dî çend şew u roj mîwanî Mam Celal bûyn qet le bîr nakem. Her çend legel rêwresmî mîwandarî û mîwan be xêrhênanî Kurdî aşnayîm hebû, pêştir qet ew nimûneyem nedîtbû ke le lay Mam Celal bînîm.
Rîzwanî: Raste. Renge serêkî London bidem.

Qazî: Kengê?
Rêzwanî: Eger derfet bê dîdarkman hebê. Hêşta nazanim

Qazî: Emin yekcar zor xoşhal debim detuwanîn çawpêkewtinêkî têlêvîzyonîş saz keyn. 
Rîzwanî: Bizanim bername çon deçête pêşê. Hetmen hewil dedem çawim pêtan bikewê.

Qazî: Îhtîmalî hatintan bo London le çi mangêk daye?
Rîzwanî: Carê debê be cêt bêlim, sipasî lutfit dekem.

Qazî: Minîş her wetir zor memnûn.
Rîzwanî: Le kotayiyekanî Ût û seretakanî Sêptambir.

Wutuwêjî nameyî legel Siyamekî Mueyîdzade (kak Sefa), Yek lew kadraney Sazmanî Înqîlabî  ke legel hawrêyanî dîkey le Kurdistan buwe.
Hawrrê Siyamek. Le pêşda û le dilewe sipastan dekem qubûltan kird ew hevpeyvîne bikeyn ke duwatir  werdegêrdirê bo ser zimanî Kurdî û le kitêbî "Sazmanî Înqîlabî û Kurdistan" da cê degrê. Pirsyarekanî min her wek le nawî kitêbekeş ra diyare, ziyatir pêwendî peyda dekatewe be pêwendî û çalakîyekanî Sazmanî Înqîlabî le Rojhelat û  Başûrî Kurdistan.
1- Be kurtî basî pêşîney binemaleyî xot, aşnabûnit legel Sazmanî Înqîlabî, xulî perwerdey ke dîwte û htd, bnûse.
Wulam: Emin le 14-î Xezelwerî 1320-î hetawî (5- Novemberî 1941) le şaroçekey Îlam (ser be Kirmaşan ke êsta xoy buwe be ustan) hatûme dinya. (Bew hîsabe minîş serdemayek kurd bûm!) Bawkim efserî erteş û derecey sîtwan 2 bû û nardira bû bo Îlam ke duway le daykbûnî min geraynewe Kirmaşan, bawkim duwatir erteşî cêhêştibû legel raperînî efseranî Xorasan be rêberayetî kolonêl Mihemed Teqî Xanî Pêsyan kewtibû.

Daykim jinêkî mezebî bû û kiçî binemaley nasrawî Celîlîyekan bû le Kirmaşan belam duwatir le ber destkurtî û bêkarî û nexoşî bawkim, destî kird be şit çinîn û xeyatî û bew şêweye têçûy jiyanmanî dabîn dekird û lew salaney da ke min lêyan dûr bûm le dermansazî berhemhênanî derman da kirêkarî pêçanewe bû. Birayekîşim hebû ke çuwar sal le min piçûktir bû û ewîş gişt mawey temenî le zor fabrîkan da kirêkarî dekird û le dwaye da bibû be serkirêkarî fabrîkî Peşmî Şîşe le Şîraz, ta polî 5-î bineretî le Kirmaşan bûyn û duwaye malman gwêstewe bo Taran û xwêndinî nawendîm le pêşda le debîristanî Babek û Darulfinûn û duwatir Huneristanî Sen'etî tê perand.

Lew serubende da wirde wirde le layekewe bûme hogrî kitêb xwêndnewe û le romanî asayiyewe destim pê kird û duwatir kitêbî komelayetî û siyasî û bere bere şorişgêranem dexwêndewe û le layekî dîkeşewe gişt mawey pişûy hawînan bo yarmetî be xerc û muxarîcî binemale le dûkanî xeyatî, kewişdirûn, qenadî, û sehol firoştin şagirdîm dekird û dûsalîş le çapxaneyek da le pêşda wek berdest karim dekird û duwaye bûme pît çin. Maweyekîş le "Kanûnî Agehîyê Zîba" wek wîzîtor karim kird û bo yekem car lewê be başî bom derkewit çewsanewe çîye. Le Huneristanî Sen'etî legel grûpêkî 7 kesî le hawpolekanim ke yekyan westakar bû be hawbeşî sîmkêşî xanûbereman dekird ke zor carîş xoman le kilasî ders dedzîyewe û le ser kar bûyn! Bew ezmûnanewe wirde wirde legel jiyan û derdî zehmetkêşan û kirêkaran aşna bûm û zanîm ewe tenya ême nîn ke le hejarî û destengî da dejîn û le ême xiraptir zorn.

Yekem perwerdey siyasî û çînayetî le babim fêr bûm, katêk le polî şeşemî xwêndingey bineretî da dawayan lê kirdbûyn înşayek binûsîn (û wek baw bû serxetekey awa bû "zansit baştire yan serwet"?) û dîsan wek baw bû min dawam le bawkim kird le ciyat min bînûsê – çunke boxom nemdezanî  çi binûsim – û bawkim lew înşaye da wêray berawurd kirdinî jiyanî dewlemendan û hejaran, ew dû şê'reşî hêna bû: “Zehmet moflês çêrast derya derya? / N'met mon'êm çêrast keştî keştî? Û an nepûşed meger bê naz perend/ Wîn nryabed meger be renc pelas!" (Erê zehmetî nedar bo derya derya ye û nî'metî daraş boçî keştî keştî ye? Û yek cige le parçey perend le ber naka û ewîdîş çî dest nakewê pelas nebê!)

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.