Lê Dayê ji bo 8´ê Adarê

Nûçeyên Jin

Duşem 8 Adar 2021 - 16:17

Koma Amara bi rasthatina 8'ê Adarê Roja Jinan êa Cîhanî klîbek ji bo strana xwe ya bi navê 'Lê Dayê' weşand.

Di daxuyaniya komê de hate gotin, "Jin rengê jiyanê ye, mîna axê her biharê tovên nû di bedena xwe de şîn dike. Di her sedsalê de diherike, nû dibe. Di sedsala 21'ê de bi bihara gelan re, bi deng, reng, berxwedan, hebûn û xweseriya xwe ne tenê rojek, her roj 8'ê Adarê ye.

Em jî bi navê Koma Amara, di vê sedsalê de ku berxwedaneke ewçend mezin û bi wate lê tê kirin, hewl didin bi hunerê xwe pêşengiyê ji berxwedanê re bikin. Bi navê Koma Amara em vê stranê diyarî dayikan û jinan hemûyan dikin. 8'ê Adarê diyarî Rêber Apo, jinên berxwedêr û dilxwazên azadiyê dikin. Cejna we pîroz be..."

Klîpa Lê Dayê

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.