Laşayî xoy be destewe da belam xeyanetî nekird


Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 11 Îlon 2021 - 04:21

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (93)

Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Muhsîn Rîzwanî 
Awirêk le bizûtnewey çepî Iran le nawewe, Hemîd Şewket, çapî yekem: 1384 / 2005 zayînî
Bilaw kerewe: Murtezewî

Şewket: Û bem pêye hêrşî serekîtan kirde ser Kuriş yan kesanî dîkey ke be qisey to le jêr eşkence da destyan le bîrurayan helgirtbû û legel rêjîm kewtibûn.
Rîzwanî: Na be hîç cor wa nîye. Ême hêrişman kirde ser rêjîm û gutman çak nabê û ew hewle xotirnaney rûnakbîranî xofiroşîş rêge berew hîç kwê der naka. Helbet bizûtnewey xwêndkarî henderan û rêkxistnekey, wate Konfêdrasyon, çendîn car raygeyand ke eger le rastîda awaye ewan ba bên û le keşuheway azadî derewey wulat da ew qisane bken. Ta ew cêgayey webîrm dê, ew pinkte be şêwey konkirêt le konfiransî çapemenî heyetî debîranî Konfêdrasyon da wekû kardaneweyek le hember qisekanî Parsanejad hate gorê. 

Şewket: Aşkra bû ke rêjîm ney dewêra karêkî awa bika. Karbedestanî berpirsî memleket û berêweberanî Sawak be başî deyanzanî ew qisane be çi qîmetêk wedest hatûn. Belam êmeş dûr bû îzin bideyn ewan le dewruberêkî azadane û le giftûgoyekî me'qûl da îdî'akanyan dûpate kenewe. Zor le ême tenanet le goşey xelwetî xoşman da neman dewêra bîr lewe bikeynewe ke le Iran da hêndêk goran rûy dawe. Ca hemû carê xwênî şehîdêkî tazeman dekirde dawerêk bo nikûlî kirdin le waq'îyetêkî ke berêwe bû û sereroyî û milhurî fermanrewaman be biyanûyek dadena bo desteberî bawerekanman.
Rîzwanî: Şiteke lewane sadetir e. Ême her carey ke deçûyne Çîn, katêk basî ezmûnekanî şorişî Çîn dekra yan fîlmêkyan sebaret be rewtî şoriş be ême nîşan deda legel meseley eşkence û teslîm yan xoragirî rû be rû debûyn. Le polî derse tîwrîyekanîş da le ser ew meselane gengeşe dekra. Teslîm yan xoragrî le hemû cêyek hebuwe. Le rewtî faşîzm da, le bizûtnewey xoragirî Feranse da, le Elcezayîr û Vîyêtnam û le hîzbî Tûde û le sazmanî efserî hîzbî Tûde da. Aşkiraye katêk têkoşerêk le jêr eşkence da teslîm bê, dujmin be mebestî kelik wergirtin lew hengawe hemû hêzî xoy ko dekatewe bo ewey sedeme bida le bizûtnewe. Hîç dûr nebû ke minîş eger le ciyat Kuriş bam her awa cûlabamewe û teslîm bim. Belam ewey ke duway gîran û wutuwêjî radyo têlêvîzyonî qewma çon dekrê pasaw bidrê? Boçî Kuriş hewtûyek ber le gîranî ew qisaney nedekird?


Şewket: Renge hîndêk gumanî hebûbê?
Rîzwanî: Ew îdî muşkîley ême nebû. Lanî kemî wefadarî ewe bû ke bilê dirdong û raraye. Bilê fil û mandû bûwe û hewcêy be bîrkirdneweye. Eger le rastîda sist bibû yan bawerî ewe bû ke rêgakey ême heleye, debû xoy kişandbayewe, nek ewey ke dirêjey pê daba û xo û xelkî xoy we metrisî bixa û sedeme le bizûtnewe bida. Ewe îdî 'eynî xeyanete. Hem Parsanejad û hem Laşayî îdî'ayan kirduwe ke le cengey gîranyan da xerîk bûn nameyek bo sazman binêrin bew nawerokewe ke ew rêgayey pêy da deroyn heleye. Çilon dekrê îdî'ayekî awa qebûl bikrê?
Kuriş ew kate le kemînî Sawak kewt ke le Taran le mal degera. Be duway perdeyekî tebî'îyewe bû deywîst bibê be muzemîd. Çilon îmkanî hebû biçê birînî Sîrûs nehawendî pansiman bika yan bernamey mutala bo hawrêyek rêk bixa û legel eweş da ke her lehzeyek metirsî girtinî hebû legel ew hawrêye mêjûy meşrûtey Kesrewî bixwênêtewe, belam ney detuwanî be Perwîz Wa'îzzade bilê hazir nîye bo dirîje dan bew rêgaye yan xeber bo min binêrê ke deyewê dest le çalakî helgirê? 

Şewket: Ême le beramber da, le ciyatî mehkûmkirdinî rêjîm ke be dekar kirdinî eşkence dijberanî xoy wa lê dekird wutuwêjî ewto biken û deyişkandin, nûkî serekî hêrişman rûy le hawrêyanî dwênêy xoman bû. Renge eger ew îdî'ayaney ke be zorî eşkence we dest hatibûn û le fezayekî be dûr le azadî tewaw bas kirabûn, yekser red kird bawe û be bê 'êtîbarman danaba, rêjîmîş teşwêq nedebû bo dirêjedan bew şêweye.
Rîzwanî: Helsukewtî opozîsyon le rûyekî dîkeşewe be hîç cor pasaw nededra. Jimarêk le dijberanî Sazmanî Inqîlabî le ciyat hawderdî legel ême, ke her çonêk bê şorişgêrêkî helkewtûman le dest deda ke pêşîneyekî dûr û dirêjî hebû le xebat be dijî milhurî da, derfetyan qostewe û çokdadanî Kuriş yan be akamî rêbazî nadurustî ême û car car be deskîsî ew, le teîydî rêjîm da denwand, û gişt ewe, nîşaney sêktarîsmêk bû ke le naw dijberanî rêjîmî şa da hebû.

Şewket: Êwe xoltan le çawî Kuriş kird û opozîsyonîş xolî le çawî êwe kird.
Rîzwanî: Wa nîye. Ême rêjîm û destga eşkencegerekeyman le qaw deda û legel bergirî le pêwîstî dirêje dan be xebat, hengawî Kurşîşman mehkûm kird. Katêk le zemanî şoriş da geraynewe Iran Kuriş nameyekî nûsî bo Sazmanî Inqîlabî û gutî xeyanetêk le kar da nebuwe û tenya bîr û ray xoy gorîwe. Ew le heman name da lêy ziyad kird bû le akamî ew lêprisînewaney ke legelî kiran hîç kam le endamanî sazmanî înqîlabî pêwe nebûn û ew nawî kesî nedirkanduwe. Ew îdî'aye ta ew cêyey ke min dezanim rast bû.

Dirêjey heye ...
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.