Kwêstan wê li nav me be

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 13 Sibat 2023 - 16:51

Ji bo endama KNK'ê Kwêstan Dawûdî ku li Silêmaniyeyê di 26'ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da, li Stockholmê merasîmek hate lidarxistin. Li gel nûnerên saziyên Kurdistanî gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, gelek peyamên sersaxiyê hatin pêşkêşkirin. Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad, Endamê Konseya Rêveber a KCK’Ê Zubeyîr, Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mûînî û li ser navê PYD û Buroya Rojava ya li Swêd Şiyar Alî her yek axivîn.

Zeyneb Murad got, "Bi navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi xêr hatina we dikin û sersaxiyê ji tevayî malbatê dixwazin. Hevala me Kwêstan weke jineke Kurdistanî di navakarên ji bo azadiya neteweyî xwedî ciheke diyar bû. Nebûna wê ya weke fîzîkî ji bo me cihê diltengiyê ye, bes weke navê xwe di nava dil û bîreweriyên me yên neteweyî de wê her bimîne. Ji bo pêkanîna armancên wê em ê têbikoşin."

Xwest vegere Kurdistanê

Paşê hevjînê wê Rêbwar Reşîd axivî û got, "Hatina we ya vê derê ji bo me cihê serfiraziyê ye. Ji ber ku wê dizanî xilasiya wê ya ji vê nexweşiyê tuneye, xwest vegere Kurdistanê û  rojên xwe yên dawiyê li welat biborîne. Ew keseke xweşrû, aram û hevala her kesî bû. Hizir û dilê her tim li rex jinek gerîlayek, şoreşgerek, zarokek û tevayî ew kesên ku ji bo azadiya gel têdikoşin li gel wan bû. Tevayî dost û hevalên ku di vê pêvajoyê de me weke malbat bi tenê nehêlan, spasî dikim."

Kwêstan jineke pêşeng bû

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî axivî û got; "Hatina ewqas mirovan a gel hev, bi hezaran Kurdistanî û her wiha amadebûna ewqas mirovên dostên Kurdan, Kwêstan ev e. Ew hem weke jineke çalak û hem jî weke çalakvaneke siyasî ya xebatên rizgariya jinê, pêşeng bû. Em bi bîranîna wê re dibêjin: em ê xwedî li şoreşa Jin, Jiyan Azadî derdikevin."

Hertim bi kelecan û rûxweş bû

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mûînî jî axivî û got, "Di dem û pêvajoyeke wiha girîng de nebûna wê bi rastî jî xisareke pir mezine ji bo me. Karên ji bo azadiya Kurdistanê bi taybetî jî xebatên jinan, ji bo wê xwedî kelecanî û heyecaneke pir mezin bû. Hizir û ramana wê dewam zindî û wê her weke navê xwe ew kelecana wê û rûxweşiya wê di dilê me de şad bimîne."

Di dewama merasîmê de her du hunermendên navdar ên ji rojhilatê Kurdistanê Necme Xulamî û Kalê Ateşî her yek piştî peyama xwe stranek ji bo ruhê wê pêşkêş kirin. Li ser navê KJAR û her wiha gelek sazî û dezgehên Kurdan peyamên sersaxiyê hatin pêşkêşkirin.

STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.