Kolberek beriya bi çend rojan ji aliyê leşkerên Tirk ve bi êşkenceyê hatibû qetilkirin. Qaşo têkildarî bûyerê lêpirsînê dest pê kir. Lê heta niha kes ji ber vê hovîtiyê nehatiye girtin.
Li Wanê li ser sînorê Îranê, bi hezaran penaber bi hêsanî derbas dibin. Lê belê Kurdên ji Rojhilat û Bakur dema ku ji sînor derbas dibin, ji aliyê leşkerên Îranê yan jî yên Tirk ve tên înfazkirin û yek ji wan jî nayê cezakirin.
Di 20 salan de zêdetirî 300 kesî kuştin
Di nava 20 salên dawî de zêdeyî 300 kesî li ser sînor hatin qetilkirin. Herî dawî Behnam Samadî (17), bavê 5 zarokan Hesen Keçelano (44) ên kolberî dikirin, 14'ê Nîsanê li bejahiya gundê Beydoganê yê navçeya Çaldiranê hatin girtin û ew birin qereqola leşkeran.
Êşkence û heqaret li herdu kolberên Kurd kirin. Leşkeran piştî ku êşkence li kolberan kir, ew avêtin ser sînor. Hesen Keçelano jiyana xwe ji dest da, Behnam Samadî bi birîndarî filitî.
Îranê cenaze qebûl nekir
Behman Samadî piştî çend saetan xwe gihand gundê herî nêz, alîkarî ji gundiyan xwest. Samadî û gundî çûn cihê ku Keçelano lê jiyana xwe ji dest da. Li vê derê ji gundiyan û leşkerên Îranê re qala bûyerên bi serê wan ve hat, kir. Lê belê leşkerên Îranê gotin, ew ê cenaze nebin. Piştî ku leşkerên Îranê cenaze radestî leşkerên Tirk kir, cenaze birin morga Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê. Dozgeriya Komarê ya Çaldiranê jî bi sûcdariya 'kuştina mirovan bi zanebûn' dest bi lêpirsînê kir. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya 3 leşkeran hate girtin.
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Wanê Rojhat Levent Ozgokçe li herêmê lêkolîn kir û bi gundiyan re axivî. Ozgokçe diyar kir ku ew ê rapora xwe ya li ser mijarê di dema herî nêz de bi raya giştî re parve bikin.
MA/WAN