DÎREN DÎCLE

Botan Sinayic ciwanekî Kurd ê 18 salî ye û li Londonê dimîne. Wî kurtefilmeke mîzahî li ser serjimara li Ingilîztanê çêkir; di vê serjimarê de ji bo cara yekê nasnameya Kurd û ya Elêwî jî dikarîn bên hilbijartin. Wî navê Count me in (Min jî bihesibînin) li filma xwe kir. 

Nasnameyên Elewî û Kurd jî di beşa "yên din" de ye. Ji ber wê gelek kes tercîhên din îşaret dikin, tevî ku Kurd û Elewî yan Kurd yan jî Elewî ne. Ji bo wê, kampanyayek hat destpêkirin da ku nasnameyên Kurd û Elewî bêhtir xuya bibin. Berê hatibû eşkerekirin ku serjimar wê 21'ê Adarê bi dawî bibe, lê niha ji ber pandemiya covid-19'ê serjimar heta bi 21'ê Gulanê wê dewam bike.

Ji bo destekkirina vê kampanyayê Botan Sinayic, kurtefilma mîzahî "min jî bihesibînin (Count  me in)" çêkir. Botan derhêneriya filmê kir, bavê wî mamosteyê Kurdî Aladdin Sinayic jî senaryo nivîsî. Rola sereke ya filmê jî ya aktrîsta Kurd Berrîn Shemdîn e.
Di filmê de helwêsta jineke Kurd bi awayekî mîzahî hatiye gotin. Film qederê 5 deqîqeyan dewam dike. Diyaloga midûrê nifûsê û dayikeke Kurd filmê pêk tînin. Ji ber ku nasnameyên Kurd û Elewî di nava beşa "yên din" de hatiye bicihkirin, rexne tê kirin. Ji bo ku herdu nasname jî di serjimarê de xuyatir bin, peyam tên dayîn.

Di çarçoveya serjimarê de hîna memûrên nifûsê diçin malên hîna xwe qeyd nekirine. Rêxistinên Kurd û Elewî jî ji bo teşwîqkirina qeydiya online xebatên xwe dewam dikin, ji ber ku serjimar heta bi 21`ê Gulanê wê dewam bike. 

Lînka filmê li jêr e:

https://www.youtube.com/watch?v=2OXURUl4_VQ