Miracaetên ji bo Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî ya 2’yemîn dewam dikin. Festîvalê di 4’ê Gulana 2023’yan de ragihandibû ku ew filman digirin. Miracaet heta 10’ê Cotmeha 2023’an dewam dikin. Kesên bixwazin, dikarin filmên yek deqîqeyî çêkin û ji festîvalê re bişînin. Di vê çarçoveyê de yên bixwazin dikarin berhemên xwe bi rêya e-maila tor.banos.film@gmail.com bigihînin festîvalê. Her wiha heger derbarê festîvalê de pirsek di serê xelkê de hebe dikarin bi rêya vê navnîşanê xwe bigihînin rêveberên festîvalê jî.
Par mijara sereke ya festîvalê ziman bû û îsal jî mijar "Jin" e. Kurtefilmên ku bêne çêkirin û şandin, divê li ser vê mijarê bin. Xelatên îsal dê li ser navê Jîna Amînî, Evîn Goyî û Garîbe Gezer werin dayîn û ji bo her xelatê dê 500 euro bê dayîn.
Ji bo berxwedana jinê
Reveberê festîvalê û xwediyê Tor Film Production Ferat Kevir diyar kir ku wan ji bo îsal dirûşmeya "Jin jiyan azadî" neqandiye û mijara filmên beşdar jî dê bi berxwedana jinê ve girêdayî bin.
Ferat Kevir da zanîn ku ji nav filmên hatine şandin, ew ê 3 filmên herî baş hilbijêrin û piştgiriyê bidin wan. Kevir got, "Filmên ku hatine, îsal wê ji aliyê juriyê ve bên nirxandin û xelatkirin. Pergala me ya îsal bi dengdayîna juriyê wê pêk were. Endamên juriyê jî wê bi temamî jin bin. Kurt û Kurmancî festîvala me ya îsal wê bi her awayî rengê jinê derxe holê û biparêze."
NAVENDA NÛÇEYAN