Kurdistanê krîmînalîze dikin

Nûçeyên Dîaspora

În 16 Kanûn 2022 - 02:31

  • PostFinance a Swîsreyê ji ber ku navê Kurdistanê di navê înîsiyatîfê de heye, alîkariya Kurdekî ya ji bo zarokan neşande ji înîsiyatîfê re. Yanî peyva Kurdistanê kir hincet û nehişt 25 euro ji zarokên Kurdistanê re biçin. 

ARAT ARARAT/BREMEN

 

 

Bankeya Swîsreyê PostFinance nehişt ku Mutlu Tatar alîkariya zarokên Kurdistanê bike. Wî xwest alîkariya kampanyayeke ji bo zarokan bike, lê ji ber ku “Kurdistan” di nava navê înîsiyatîfa kampanyayê de heye, bankeyê hewaleya pereyan nebir serî.

Mutlu Tatar Kurd e û li Swîsreyê dimîne. Wî xwest alîkariyê bide Înîsiyatîfa li Kurdistanê Aştî û Hêvî (ÎKAH). Înîsîyatîf her sal ji bo alîkariyê bike bi zarok û ciwanên li Mexmûr û Şengalê kampanyaya “Kenekî diyarî bike” li dar dixe.

Bankeya PostFinance weke sedema neşandina alîkariyê, hinceta, di nava metna hewaleyê de peyva “Kurdistan” heye, nîşan da. Mutlu Tatar got, “Heger Swîsre alîkariya ji bo karekî insanî ya ji bo zarokan jî asteng dike, ev jî nîşan dide ka di meseleya qirkirina Kurdan de ew li aliyê kê cihê xwe digire.”

 

Sosret û skandal e

Mutlu Tatar ê ji Semsûrê, dibêje, piştî ku pere hewale kirine, ev pere dîtira rojê careke din li wî vegeriyane: “Heman rojê nameyek ji min re hat, digot, ‘Mixabin, PostFinance nikare hewaleya ku we dixwest bişînin Elmanyayê ya 23’yê Mijdara 2022’yan a 25,00 Euroyî bibe serî. PostFinance, ji ber ku tehlûke heye ev fon li derveyî welêt bê blokekirin (ev pere ji Kurdistanê re neyê şiyandin jî), nikare ti hewaleyê bike. Ji ber sererastkirinê qanûnî ne mumkine vê hewaleya pere PostFinance bike. Ji ber vê yekê, em rica dikin hûn vê hewaleyê careke din nekin (ne bi heman rengî ne jî bi rengekî guherandî)”. Mutlu Tatar got, ev rewş skandal e.

 

Berê jî qewimiye

Piştî wergirtina nameyê Tatar telefonî bankeyê kiriye: “Saziyê beriya niha ji me re got ew ê ti agahiyê nede me, ji ber ku mijar sirra agahiyê ye. Hesabê PostFinance yê Heyva Sor a Kurdistanê jî beriya bi 2 salan hatibû girtin. Hin kesên ku pere şandin ser wî hesabî jî ketin ber lêpirsînê. Li bankeyên herî mezin ên Swîsreyê Credit Suise û UBS’ê jî bi hincetên bi heman rengî hewaleyên pere em nikarin bikin.”

 

Kurd û Kurdistanê krîmînalîze dikin

Tatar ji ber ku Swîsre xwe weke bêalî nîşanî dinyayê dike û wisa Kurdan krîmînalîze dike, nerazîbûna xwe nîşan dide û dibêje: “Swîsre çi qanûnî û çi neqanûnî, her desteka leşkerî, aborî û siyasî dide hêzên li Kurdistanê komkujiya dikin û dagirker in. Ez fêhm nakim, çawa hewl dide kampanyayeke alîkariya insanî ya ji bo zarokan a li Kurdistanê asteng bike. Bi vê yekê ew gelê Kurd û peyva Kurdistanê jî krîmînalîze dikin.” 

 

Ez ê bêhtir alîkariyê bidim 

Ji ber ku alîkariya piçûk a wî kirî hat asteng kirin, Mutlu Tatar nerazîbûna xwe wiha îfade kir: “Em bêhtir rêxistinbûyî û bi mîqdarên zêdetir tevlî kampanyayê bibin. Berê, ez ê bi tena serê xwe tevlî bûbame. Lê piştî vê helwêstê ez ê bi gelek hevalên xwe re beşdar bibim. Em ê pere berhev bikin û vî pereyî bigihînin cihê wê.” 

Berdevkê Înîsiyatîfa ÎKAH’ê Zîlan Polat jî got, ev kirina PostFinance înkarkirina Kurdan e û wiha peyivî: “Heger peyva Kurdistanê bes be ji bo ku pere neyênn hewalekirinî hesabekî li Elmanyayê, ev krîmînalîzekirineke yekser e. Nabe ku Swîsre peyva Kurdistanê ji bo cezakirina mirovan bi kar bîne. Kurdistan rastiyek e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.