Li daristanên herêma Besta ya dikeve navbera bajarên Sêrt û Şirnexê de şewat derket. Şewata ku li Çewligê jî di bin çavdêriya dewletê de didome.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, li Bestayê şewat li Girêgivara, Besta Hincê, Germav û Kanîfeşkê didome. Şewat ji ber operasyonên leşkerî yên demek dirêje li herêmê didome, derketiye. Mîna hincetên berê ku operasyon didome, rê nayê dayîn ku agir bê vemirandin. Şewata li vir jî di bin çavdêriya dewletê de didome.
Şewata li Çewligê jî 6 roj in didome. Şewat 25’ê Hezîranê li herêma Suvêran a navçeya Dêra Hênê destpê kiribû. Derketina şewatê ya li qada daristanên nêzî Qereqola Suvêranê û mudaxelenekirina wê dide nîşan ku berpirs artêşa Tirk e. Şewat roja Yekşemê bi qasî 3 kêlometre nêzî navenda navçeyê bû. Qada weke Koyê Spî tê anîn hema bêje temamî şewitî, ji ber şewatê gelek cûreyên zindî û nebatan jî şewtine û tine bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN