Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê agir berdide zozan û daristanan. Rayedarên wê jî nahêlin ku welatî vî agirî vemirînin. Li cihê ku nikarin daristanên Kurdistanê bişewitînin jî dewleta Tirk tevî cehşên hevkar daristanan dibirre.

Li herêma Bestayê ya ser bi Şirnexê, agir bi derdora gundê Mêhrînayê ket. Agirê ku ji ber bombardûmana hewayî ya helîkopterên artêşa Tirk doh bi daristana deverê ket hîna jî nehatiye vemirandin.

Devera ku şewat lê heye jî bi destê walîtiyê weke devera "qedexekirî" hatiye ragihandin. Ji ber wê jî destûra welatiyan nayê dayîn ku ew bi xwe şewatê vemirînin.

Li navçeya Dêrsimê Xozadê jî leşkerên Tirk agir bi daristana li gundên Danzî, Kûrûkaymak û Koçerî xistin. Şewata daristanê doh li gundê Ûzûnçeşme belav bû, û

10 roj in dewam dike. Di encamê de heta niha bi dehan hektar daristan şewitiye. Xelkê deverê dixwaze şewatê vemirîne, lê belê leşkerên Tirk nahêlin.

Walîtiya Dersimê bi daxuyaniyekê îdîa kir ku ji ber ku nikarin xwe bigihînin cihê şewatê, nikarin şewatê vemirînin.

Cihê naşewitînin dibirrin

Li Çiyayê Çelênimêja cerdevan bi kontrola leşkerên Tirk qira daran tînin. 

Li quntarên Çiyayê Çelênimêja birrîna daran bi destê cerdevanan bi kontrola leşkerên Tirk dewam dike.

Çiyayê Çelênimêja li aliyekî tê şewitandin û li aliyê din darên wî yên sedsalî bi destê cerdevanên bajarokê Sêgirkê tên birrîn. Cerdevan bi tonan darên birrî bi traktoran dikişînin Kehnîsarkê. Darên ku li vê herêmê tên komkirin dûvre her serê seatê carekê bi kamyonan difiroin derveyî bajêr. 

Çavkaniyên herêmê ragihandin ku ev 15 roj in bi tevlîbûna 50 cerdevanan, rojê 150 ton dar tên birrîn. Xelkê deverê bang li raya giştî kir da ku li hemberî qirkirina darên herêmê bêdeng nemîne.

ŞIRNEX/DÊRSIM