Kurdistan e ne Mehabad!

Duşem 23 Çile 2023 - 02:49

Doh salvegera damezrandina Komara Kurdistanê bû. Komar li Meydana Çarçira ya Mehabadê sala 1946´an hatibû ragihandin. Rojnamevan Îbrahîm Bulak di salvegera damezrandina komarê de sala 2019´an de bi rojnamevan, nivîskar û lêkolîner Kakşar Oremar re peyivîbû û encamên wê di rojnameya me de weşandibûn. Di wir de yek ji xisûsên sereke weke “Komara Mehabad” binavkirina Komara Kurdistanê bû. Li gorî wî ji ber zextên dewleta Îranê ev binavkirin hatibû kirin. Wî bi mînaka pirtûka W. Eagleton jî rave dikir: “Sala 1961´ê dîplomatê Amerîkî William Lester Eagleton* hate Kurdistanê û dest bi nivîsandina pirtûkeke bi navê "Kurdish Republic of Mahabad" kir. Ti guman di vê rastiyê de nîne ku ew bi mercên ji berê ku SAVAKê (Îstîxbarata Îrana şahî) danîne pêşiya wî, hatibû Mehabad, Urmiye, Selmas û li ser komarê lêkolîneke meydanî kiribû. Hemû zaniyarî ji Menaf Kerîmî, Seîdxan Homayon, Omerxanê Şikak û hinek rewşenbîrên Kurd wergirtibûn. Wî bi zanebûn yan jî li gorî daxwaza berpirsên SAVAKê navê Mehabadê li ser pirtûka xwe danîbû ne Kurdistan!”

 

Serxwebûna komarê

Axir sînorên komarê ji Mukriyanê heta ser sînorê çemê Eres li bakurrojhilatê Kurdistanê bûn. Tevî ku di hevdîtinên bi hikûmeta navendî re rayedarên komarê doza xweseriyê dikin, Oremar bi bîr dixe ku gelek nîşanên serxwebûna komarê hene: “Di hejmara 8 heta 19´an a rojnameya Kurdistanê de bi awayekî eşkere gelek nivîsên balkêş li ser cejn yan jî roja îlankirina komarê hatine amadekirin. Xala herî balkêş nûçeya li jêr navê: "Cejinî êstiqlalî Kurdistan“ e ku di rojnameyê de hatiye weşandin. "Êstîqlal" serxwebûn e. Û navê bajarekî jî nikare bibe navê dewleteke serbixwe.”

Yanî 22´yê Çile ye ev cejna “Êstîqlalê”. Kakşar Oremar hingê behsa belgeyeke din jî wiha dike: “Li aliyê din wêneyên serdema komarê hene. Li ser fotoyê tabloya wezareta çandê wiha hatiye nivîsandin: Dewletî Cemhurî Kurdistan- wezaretî Ferheng. Di serdêra belge û nameyên dewletî de jî em van çend peyvan dibînin. Herwiha li jêr wêneyê Qazî Mihemed jî wiha dihate nivîsandin: Pêşeway muzemî Kurdistan, cenabî Qazî Mihemed. Wêneyekî Pêşewa Qazî heye ku di deftera wî ya kar û xebatê de hatiye girtin. Li pişta serê wî xerîta Kurdistana mezin tê dîtîn. Wêne ji aliyê Archibald Roosevelt** ve hatiye girtin.”

 

Manîfestoya Kurdistanê

Kakşar Oremar ji bilî vî aliyê serxwebûnê yê komarê -em vê ji hevdîtinên bi hikûmeta navendî ya şahê Îranê ya hingê cihê dinirxînin- wekî din dibêje, “Komar xwedî manîfestoyeke Kurdistanî bû” û wiha dewam dike: “Kurdên başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê li Mehabadê hatibûn ba hev û li dora Pêşewa Qazî kom bûbûn.” 

Aliyên din ên vê “manîfestoyê” xurt dikin jî li gorî Oremar ev bûn: “Xwendina bi zimanê dayikê jî li gorî qanûnê komarê fêrmî bû.

Komar xwedî marş û ala xwe ya taybetî bû. Şairên millî, navê pêşmerge û çendîn tiştên din di çaxê komarê de ketin nava jiyana Kurdan a siyasî û civakî.”

 

* W. Eagleton sala 1926´an li Peoria a welatê Emerîka hate dinê. Ji sala 1959´an heta 1961´ê konsolosê Emerîka li bajarê Tebrîzê bû. 27. 01. 2011´an wefat kir.

** Archibald Roosevelt (1894-1979), serleşkerekî payebilind ê artêşa Emerîka ku di her du şerên cihanî yên yekê û diduyê de birîndar bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.