Komîn riya çareseriyê ne

Yekşem 21 Îlon 2025 - 16:00

  • Hevseroka Meclîsa bajarê Qamişloyê Hêvî Ehmed bi lêv kir ku armanca lidarxistina konferansên komînan ew e ku hêzeke çareseriyê ji bo pêşxistina komînan aktif bibe û got:"Di demên pêş de wê kongreyek were lidarxistin."

Komîn bingeha rêxistina civakî û avakirina aştiyê ye. Bi riya komînan nirxên hevgirtin û yekbûnê tên bicihanîn û dibin çarçoveyek pratîkî ji bo parastina maf, pêşvebirina edaleta civakî û stûnek ji bo misogerkirina aramiya civakek demokratîk. Ji ber ku komîn cihekî rêxistinî ye îradeya gel îfade dike. Ji ber vê yekê pêwistî pê hat dîtin ku konferansên komînan ji bo pêwistîyên gel û civakê bi beşdariyek berfireh ji niştecih û nûnerên saziyan werin lidarxistin. Ev konferans gaveke nû ya ber bi xurtkirina hevgirtina civakî û xurtkirina nirxên aştî û demokrasiyê ve nîşan dide.

Hevseroka Meclîsa Bajarê Qamişloyê Hêvî Ehmed têkildarî armanca lidarxistina konferansên yekem êm komînan axivî.

Hêvî Ehmed di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya komînan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: “Rêber Apo di destpêka Şoreşa Rojava de perspektîf şand û got li komîn û şaredariyan xwedî derkevin. Li ser bingeha avakirina komînan gel xwe bi rêxistin kir, kar û xebatên xwe bi riya komînan da meşandin. Hemû kes endamên komînan in û bi erkên xwe radibûn. Rêber Apo di Manîfestoya dawî de, pir bal kişand ser rola komînan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Rêber Apo got ku komîn kilîta çareseriyê ne ji bo pirsgirêkên gelên herêmê. Komîn demokrasiya herî li pêş e, dendika neteweya demokratîk e û komîn hemû pêkhateyan digrin nava xwe. Rêber Apo got Rojava xeta min a sor e û pêwist e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civakek exlaqî, polîtîk û aştîxwaz derkeve holê.”

Hêvî Ehmed diyar kir ku konferansa yekem a komînan li Qamişloyê hatiye lidarxistin û wiha pê de çû: “Di konferansê de hemû sazî, dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, hevserokên komînan, şêxên eşîran û pêkhateyên Sûriyeyê amade bûn. Di konferansê de nêrîn û pêşniyar hatin kirin, hat xwestin em komînan zêdetir bi pêş bixin ji bo ji pirsgirêkan re bibin derman. Ji ber ku cara yekemîn e konferansa komînan hatiye lidarxistin gel bi moralekî pir bilind û hêviyên mezin nêzî vê konferansê bû. Kesên ku beşdar bibûn bi awayekî demokratîk pirsgirêkên ku di komînan de hene, sedemên paşmayîna komînan, rexne û rexnedayîn hatin dayîn û hatin nîqaşkirin. Di demên pêş de wê kongreyek were lidarxistin û dê biryarên komînan, nêrîn, kar û xebatên komînan zelal bibin.”

NÛJINHA/QAMIŞLO/NEXEM ÇAÇAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.