Dîmenê komkujiya li Suweydayê

Yekşem 21 Îlon 2025 - 15:40

  • Nûçegihana ajansa NÛJINHA'yê bi riya dîmenekî yek ji komkujiyên cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê li dijî sivîlan belge kir.

Di dîmenek trajîk de ku di nav xelkê Suweydayê de hêrs çêkir, xaniyek mêvanan a kevneşopî ku demek dirêj sembola comerdî û mêvanperweriyê bû, veguherî cihê komkujiyek tirsnak ku ji hêla cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve di meha tîrmehê de pêk hat.

Nûçegihana NÛJINHA'yê ya li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê komkujiya ku li mêvanxaneya El-Bedr di dema ku cîhadîstan bajar hedef girtin belge kir. Hejmarek sivîl li hundir ji aliyê kesên bi cilên reş ên ku nîşaneyên Wezareta Karên Hundir a rêveberiya demkî ya Sûriyeyê li xwe kiribûn ve hatin kuştin.

Dîmenên cenazeyên li ber derê avahiyê komkirî nîşan didan, dîmenek ku tirs û wêraniya ku ji ber êrîşê hiştiye, nîşan dide. Di nav cenazeyan de du kes sax xuya dikirin xwe wek mirî nîşan didan û cenaze li ser wan komkirî bûn da ku ji komkujiyê birevin.

Ev mêvanxane ku berê cihek ji bo rêzgirtina mêvanan û danûstandina sohbetan bû, bûye cihê komkujiyan û bêhna mirinê jê tê. Ev veguherîna trajîk a sembolîzma xaniya mêvanan asta binpêkirinên li dijî sivîlan nîşan dide û pirsan li ser motîfên li pişt hedefgirtina vê cihê taybetî ku li Suweydayê xwedî girîngiyeke civakî û çandî ya kûr e, derdixe holê.

NÛJINHA/SUWEYDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.