Her hefteyê xwe perwerde dikin

Yekşem 21 Îlon 2025 - 15:10

  • Rêxistina DEM Partiyê ya Qoserê her hefteyê di saetên bêdengiyê de li ser mijarekê gotar dixwîne û xwe perwerde dike.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê rêveber û endamên rêxistina DEM Partiyê ji bo xwe di aliyê teoriyê de pêş bixe, her hefteyê li ser mijareke di rojevê de ye gotarekê dixwîne û li ser nirxandinê dike. Rêveberî bi vê yekê hewl dide li gor geşedanên rojane lêhêrbûneke bîrdozî pêk bîne.

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Qoserê Xalid Karahan diyar kir ku wan beriya hefteyekê dest bi xwendinê kirine û wiha got: “Her hefteyê roja pênçşemê em di navbera saetên 12.00 û 14.00'an de saetên bêdingiyê pêk tînin. Di navbera van saetan de li ser mijarên rojane em gotarekê dixwînin û piştre li ser mijara xwendina em nêrînên xwe tînin ziman.”

Xalid Karahan derbarê armanca saetên bêdengiyê de anî ziman ku ew hewl didin ji aliyê bîrdoziyê ve pêşxistinekê pêk bînin û wiha berdewam kir: “Bi vê yekê em hewl didin teoriya xwe pêş bixin. Ji ber ku pratîka bê teorî qels dimîne. Bi xwendin û şîrovekirina mijarên tên xwendin, aliyê me yê bîrdozî pêş dikeve.”

Xalid Karahan herî dawî da got ku vê hefteyê mijara wan li ser tecrîda bi salan e li Grava Îmraliyê berdewam dike ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Vê hefteyê mijara me li ser tecrîdê bû. Ev 26 sal in tecrîdek giran li Grava Îmraliyê pêk tê. Hevalên me li ser mijarê  gotarek xwendin û piştre nêrînên xwe anîn ziman. Em ê bi vî awayî her hefteyê li ser mijareke di rojevê de ye, xwendinê pêk bînin û nirxandinan bikin.” AW/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.