Kurdî li nav malê divê hebe

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 8 Mijdar 2020 - 22:59

DENÎZ BABÎR
HEILBRONN

 

Li bajarê Elmanyayê Heilbronnê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK a Heilbronnê) dersên muzîkê, yên tembûrê û dersên Kurdî bi dirûşma "Bi Kurdî bixwîne û binivisîne, ziman nasnameya mirovan e" dan destpêkirin.
Mamoste Loqman Karaaslan dersên Kurdî dide û bang li malbatên Kurdistanî dike da ku li dijî "asîmîlasyonê û heliyanê xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin."

Mamoste Loqman Karaaslan got, ev demeke dirêj e, wan hewl dida kurseke wiha bidin destpêkirin û wiha peyivî: "Ev sê hefte ne, me li Heilbronnê dest bid dersên zimanê Kurdî kiriye. Dersên me roja çarşemê ji saet 17´an heta saet 19:30´î ne. heta niha 12 kursiyerên me hene û yek ji wan Elman yeke dinê jî Tirk e."

Mamoste Loqman Karaaslan dirûşma kursa xwe bi bîr xist û got, "Weke Kurdên li Dîasporayê, divê em zimanê xwe biparêzin, xwedî li çanda xwe derkevin. Malbatên Kurdistanî bêhtir bi Elmanî û Tirkî dipeyivin. Lê ya esas ew e ku malbatên me bi Kurdî bipeyivin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.